5 hezar û 331 namzet beşdarî hilbijartinên şaredariyan dibin

Li gorî civîna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan, 5 hezar û 331 namzet li kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê beşdarî hilbijartinên şaredariyan bin.

5 hezar û 331 namzet beşdarî hilbijartinên şaredariyan dibin
25 gulan, 2024   23:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi endamên Lijneyên Komîseriya Bilind ên li kantonan re civînek li dar xist. 

Di civînê de ku nûçeya li ser rûpela fermî ya Rêveberiya Xweser hatiye belavkirin, lîsteyên serlêdanên ji bo namzetên hilbijartinên şaredariyan û îtîrazên ku li ser wan hatine kirin hatin nîqaşkirin. Di civînê de beşdaran li ser hejmara giştî ya namzetên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku 5 hezar û 331 e pêk tê, li hev kir.

Di lîsteyan de namzetên serbixwe û nûnerên partiyên siyasî hene. Komîseriya Bilind a Hilbijartinan li gorî biryarnameyeke fermî destpêkirina propagandaya hilbijartinê ragihand. Dê di 2 rojan de komîserî navendên dengdanê li kantonan ragihîne.

Di dawiya civînê de hat gotin ku şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 11ˊê Hezîranê de berê xwe bidin sendoqên dengdanê.

(fr)