Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li Helebê li dar xist

Bi diruşma ˊSûriye dîrok û niha û asoyên çareseriya demokratîkˊ Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Helebê ya Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li dar xist. Di panelê de li ser sedemên hilweşîna rewşa li Sûriyeyê, rêbazên pêşîgirtina timayên derve li welat û gihandina ber bi Sûriyeyeke pirrengî, nenavendî ji bo hemû sûriyeyiyan hatin nîqaşkirin.

Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li Helebê li dar xist
Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li Helebê li dar xist
Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li Helebê li dar xist
Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li Helebê li dar xist
Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li Helebê li dar xist
Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li Helebê li dar xist
Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li Helebê li dar xist
Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li Helebê li dar xist
25 gulan, 2024   22:35
HELEB

Panela ku Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Helebê ya Partiya Sûriya Pêşerojê li dar xistiye, li hola civînan a li beşa rojhilata a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hat organîzekirin.

Di panelê de endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û kesayetên serbixwe beşdar bûn.

Cîgira hevserokatiya Partiya Sûriya Pêşerojê Semîre El Ezîz, serokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê Mensûr El Şêx, hevserokê Meclisa Helebê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed Xerîr mijara panelê xwendin.

Di mijara panelê de dîroka Sûriyeyê, sedemên destwerdana derve li Sûriyeyê ji bo dagirkirina wê hatin nîqaşkiirn.

Di mijarê de behsa siyasetên Partiya Bass li Sûriyeyê hat kirin.

Her wiha li ser xwedîderketina pêkhateyan li projeya Rêveberiya Xweser hat nîqaşkirin. Axêveran anî ziman ku gelek herêmên li Sûriyeyê xeta sêyemîn bi kar anîn û hevbendî bi rejînma dîktatorî ya Bassê li Sûriyeyê pêk neanîn, her wiha tev li muxalefetê ku ji rêya xwe derketiye jî nebûn.

Dûre beşdaran nîqaş kir. Sekreterê Giştî ya Partiya Guhartin û Ronesansê Mistefa Qelacî sedemên parçebûna li Sûriyeyê diyar kirin û got: "Sûriye ji hêla desthilatên siyasî û olî ve hate kontrolkirin. Wan Sûriye hişt bigihîne vê rewşê."

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Emîn Elîko jî got modela Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeyê çareserî ye û ji bo Sûriyeyeke pirrengî, nenavendî çirayek e.

(fr)