MAK: Li Amedê baregeheke leşkerî hat îmhakirin

Milîsên Azadiya Kurdistanê ragihand ku wan li Amedê li dijî baregeheke leşkerî bi bombeyan çalakî pêk aniye û baregeh îmha kirine.

MAK: Li Amedê baregeheke leşkerî hat îmhakirin
25 gulan, 2024   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku wan şeva 19’ê Gulanê saet di 03:40’an de li dijî nuqteya leşkerî ya li ser rêya Amed/Erganî bi bombeyan çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev nuqte hem di êrişên dagirkeriyê yên li dijî qadên gerîla de û hem jî di êriş û operasyonên li ser gelê me de rol dilîze. Piştî ev cihê ku leşkerên dagirker û cerdevan bi kar tînin hat tesbîtkirin, di saetên şev de bi bombeyan çalakî hat lidarxistin. Di encama çalakiyên milîsên me de teqîneke mezin çêbû û baregeha leşkerî îmha bû. Piştî çalakiyê milîsên me bi awayekî ewle ji qadê vekişiyan.”