4’ê Nîsanê: Ji nirxandinên Rêber Apo zayîna ber bi Sosyalîzmê ve-2
Rêber Abdullah Ocalan dibêje: "Mijar ne rojbûna min tenê ye, gel jî wekî rojbûna xwe dibîne, wekî ronesansa xwe dibîne û pîroz dike. Ez kesên ku rojbûn pîroz kirine û di vî warî de ked dane silav dikim. Lê divê cewherê wê vala dernexin."

Di beşa yekemîn a nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê jiyan û têkoşîna xwe de, bal hatibû kişandin ku Rêber Apo jiyana xwe weke 3 serdeman binav dike û dema yekemîn hatibû dayîn. Di vê beşê de jî em ê cih bidin nirxandinên Rêber Apo yên derbarê pêvajoyên duyemîn û sêyemîn de parve bikin.
PÊVAJOYA DUYEMÎN A JIYANA RÊBER ABDULLAH OCALAN
Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya bi navê "Parastina Gelekî" de li ser pêvajoya duyemîn a jiyana xwe de wiha dibêje "Vê carê bi veqetîna ji civaka bûrjûwa û dewletê dest pê dike û bi armanca avakirina sîstema xwe ya siyasî û civakî ya hemdem bi ceribandina damezrandina komeke îdeolojîk û serbixwe dewam dike."
Rêber Abdullah Ocalan vê pêvajoyê li gorî du beşan dinirxîne "Yekemîn: Ji 1972’an heya 1984’an dirêj dike. Mirov dikare vê pêvajoyê weke hişyarbûna pêngava gelê Kurd ê xizan li serdemê, bi nav bike. Mirov dikare weke serhildana destpêkê, yan jî yekem gulleya li çarenûsê hat xistin jî bi nav bike. Dîsa mirov dikare weke qîrîna namûs û rûmetê (pêngava yekemîn a PKK’ê) binirxîne.
Duyemîn: Ji 15’ê Tebaxa 1984’an heya 15’ê Sibata 1999’an dirêj dike. Ev pêvajoya bi qasî 15 salan demekê digire nava xwe wek pêngava duyemîn a PKKyîbûyê bi giranî bi têkoşîna çekdarî derbas dibe.
Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya "Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî De/ Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk”de li ser pêvajoya yekemîn kesayeta xwe û jiyana xwe ya rêxistinî jî wiha dibêje "Di serê sala 1973’an de li dora teza ‘Kurdistana Mêtingeh’ min dest bi avakirina komê kiribû. Bivênevê wê rêxistiniyeke cuda pêk bihata. Lê em ne xwedî helwesteke milletperest bûn... Heta bi serê sala 1975’an, bêyî ku materyaleke nivîskî, mîna ku sirr û razek me hebe, min propagandaya komê bi dizî û devkî dikir…
Bi vê rewşa derûnî di zivistana sala 1975’an de min li gorî xwe dest bi propagandaya gotina fermî kir. Min teorî û pratîk bi hev re dimeşandin. Jixwe piştî Mahîr Çayan û hevalên wî di 30’ê Adara 1972’an de li Qizildereyê hatin kuştin boykota me kirî û piştî wê heft meh razana me ya li Girtîgeha Mamakê (Nîsan-Cotmeh 1972), di Newroza 1973’an de bi civîna me li keviyên Bendeva Çûbûkê kir, min wêrîbû gavê biavêjim pratîka koma herî sist û berpirsiyariya wê bigirim. Ji bo min rastiya Kurd wê êdî bi encamên pratîka komê ve girêdayî bûna…
di sala 1975’an de pêşnûmeya pêşî me bi hev re amade kir. Me li wê mala ku em bi hev re lê diman çêkir. Ez şipiya bûm, mîna xîtab bikim dipeyivîm, M. Xêrî Dûrmûş jî erê dikir û dinivîsî. Ew axaftin li ser rastiya Kurd di asta pêşnûmeyekê de bû. Min pêşnûmeyeke dirêj dabû nivîsîn. Eger were lêkolîn, wê bê dîtin ku gelekî bi rêkûpêk e. Min hewl dabû ku ez bi awayekî kategorîk rewşa dinyayê ya kom xwe disipêrê û şertên xwecihî binirxînim. Li gorî wê demê, çarçoveyeke teorîk qîm dikir. Çawa ku her kes yeqîn dike, ne wisa, berevajî; koma me di warê îdeolojîk de koma herî bi gurçûpêç bû. Herçiqasî kom bi aliyê xwe yê çalakiyan derdiket pêş jî bi tezên xwe yên bi hêz ferqa xwe û yên din her ku diçû zêde dikir. Em mîna cemaeteke girêdayî amentûyê bûn…
Dema 1974-75’an ji aliyê çalakiyan ve bi ezmûna Komeleya Hîndekariya Bilind a Demokratîk a Enqerê ADYOD’ê ve derbas bû. Min peywireke mîna serokatiyê bi rîsk girtibû. Min fikra xwe ya teorîk cara pêşî bi awayekî ciddî û çalak diceriband. Encam, bi awayekî stratejîk ji Çepgiriya Tirk qut bûm. Di sala 1976’an de em bi komek e (Hakî Karer, Kemal Pîr û Dûran Kalkan) ku bi kokên xwe Tirk bûn, ji Çepgiriya Tirk qut bûn..
Bi sefereke sembolîk a propagandayê, min di sala 1977’an de gav avêt Kurdistanê. Di meha Adarê de min li salona berfireh a Odeya Mîmaran ji komeke qelebalix re cara pêşî tezên xwe di asta konferansê de eşkere kirin… Hema yekser min dest bi sefera xwe li Kurdistanê kir. Di sefera xwe ya li Kurdistanê de wexta min serdana xwe ya bi civînan li Agirî, Bazîd, Qers, Dîgor, Dêrsim, Çewlîk, Elezîz, Amed, Mêrdîn, Ûrfa, Dîlok û Enqerê temam kir, tê bîra min mîna ku min sefereke rastî ya şer pêk anîbe, ez ber bi bayê hisekê ketibûm…
Di sala 1978’an de bi Serxwebûnê (bi serê xwe bûn: Xoybûnê tîne bîra mirov) me gav avêt pêvajoya nivîsê. Di hejmara wê ya pêşî de Şoreşa Riya Kurdistanê bi navê wê yê din Manîfesto ya min di sala 1978’an de nivîsî bû, hat çapkirin.
Lê çawa ku bersiva min a ji bo şehadeta Hakî Karer amadekirina Pêşnûmeya Bernameyê bû, bersiva min a ji bo vî şerê psîkolojîk jî xebata min a bi navê Riya Şoreşa Kurdistanê bû. Di Havîna 1978’an de min ev xebat weke bingehê teorîk ê bernameyê amade kir. Bi vê derûniyê, amadekirina Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê hêz û qabîliyeteke mezin divê. Dema min behsa mûcîzeyê kir, min xwest îşaret bi vê rastiyê bikim.
Li Enqereyê hînê çend rojên me derbas nebûbûn, ji Dîlokê nûçeya der barê şehadeta Hakî Karer de gihişt me. Ez dikarim bibêjim, hema bêje bi vê nûçeyê re hilweşiyam. Bi awayekî vebirrî me derbeke xedar xwaribû. Ya girîng ew bû, diviyabû me bersiveke rast bidaya vê êrişê. Min nikarîbû ez bi xwe tevlî merasîma cenaze bibim. Paşê çûm serdana qebra wî ya li Ulubey a Orduyê. Min ji bo bîranîna wî soz da ku ez komê bigihînim partîbûnê. Di Payîza heman salê de min metnê Pêşnûmeya Bernameyê bi xwe nivîsî…
Li ser bingehê Bernameya Partiyê ya ji bo bîranîna Hakî Karer hatibû amadekirin di 26-27 Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê bi ser Amedê ve civîna me ya ji 22 kesan a di asta kongreya damezrîner de du rojan ajot û bi vî awayî ev kongre jî qonaxeke din a girîng a riya me bû ku em ketibûnê û êdî veger jê tinebû. Weke PKK binavkirin û îlankirin, ya rastî dawiya demekê bû. Hem li gorî şert û mercên dinya û Tirkiyê, hem jî di pratîka komê de çi hewce dikir bi awayekî bingehîn hatibû kirin. Li vir şêwazê şoreşgerî girîng e. Ji ber ku bi tenê nehat gotin; bi gelek çalakiyan di zikhev de pêk hat. Ji şert û mercên berbiçav ên heyî mebest ew e, ji nava bajar, çîn û dewleta netewe li ser navê çîna ‘karker’ gav tê avêtin. Asta teorî û pratîkê li gorî vê bû. Gelek komên din bi heman rengî hebûn. Lê ti ji wan bi qasî koma me nikarîbû şoreşgertiyeke komple di kesayeta xwe de berbiçav bike. Ji ber vê, di dema darbeya eskerî de bêtevdîr hatin zevtkirin…
Ji serê salên 1979’an ve, min hewl da, ji du aliyan ve xwe bi tevdîr bikim. Ji aliyekî ve min dixwest amadekariyên têkoşîneke demdirêj li deşt û çiyan bikim, ji aliyê din ve jî min dixwest li derveyî welêt ji bo tevgerê riyekê vekim ku karibe pê bêhna xwe bide. Eger ez di vî warî de bi ser biketama bi awayekî vebirrî tevger ê mayînde bibûya. Li gorî şert û mercên demê gavavêtinên taktîkî yên di cih de, bi qasî pêşxistina stratejiyê girîng e.
Min di nîvê sala 1979’an de ji Ethem Akcan ê Pirsûsî re got, xwe amade bike em ê di sînor re derbas bibin. Ji bo vê li Ûrfayê çil rojî rawestiyam. Rewşa min mîna ya Brahîm Xelîl bû. Min gelek pûtên şaristanî û modernîteyê şikandibûn. Di wan rojan de ku gelek Nemrût bi xezeb li ser piyan bûn, ez li bajarê Nemrûtan bûm û ev têra xwe bûyereke balkêş bû…
Piştî çend rojan Ethem Akcan xeber şand ku ji bo derbasbûna di sînor re her tişt amade ye…Mîna Hz. Brahîm piştî rêwîtiyeke çend rojan kudand min hew dît ez di nava Filistîniyan de me. Rojên min ên bêziman û bêtercuman dest pê kiribûn. Ji bilî girîngiya armancê tiştekî din tinebû ku min li ser piyan bigire… . Kesên ku bûyerên bi vî rengî bi serê wan de hatibin, girîngiya mezin a rêxistinî û têkilîdanînê ji bo civakbûneke nû dikarin ji dil fêhm bikin. Ya bi serê min de dihat û min didît heqîqetek bû ku di PKK’ê de rastî û girîngiya wê kêm hatibû fêhmkirin…
Sala me ya pêşî bi hewldanên dabînkirina pêdiviyên lojîstîk û bi ji nû ve birêkûpêkkirina komê derbas bû.. Bi van sedeman, hê 12’ê Îlonê pêk nehatibû, di Tîrmeha 1980’î de me bi pêşengiya Kemal Pîr û Mahsûm Korkmaz koma pêşî ji nû ve şand welat. Paşê wê di ser Îran û Iraqê re çûyîna koman a welêt dewam bikirana. Nexasim ji ber êşkence û rojiyên mirinê li zindana Amedê, diviyabû sala krîtîk a 1982’an ji sedî sed bibûya sala pêngava nû. Me navenda pêngava pratîk bir welat, bir Lolanê. Em li bendê bûn pêngav ji wir dest pê bike… Pêngava 15’ê Tebaxê, heman salê bi derengî, ne pirr bi hosteyî û ne bi şêwazekî bersivê bide amadekariyên me, dest pê kir.
Di dema 1970-1980’î de armanca min afirandina rêxistin û partiya pêşeng bû. Ez di vê de bi ser ketibûm. Piştî 1980’î armanca min, di çiqas wextî de dibû bila bibûya, afirandina gelekî şervan û rêxistina wî ya mîlîtan bû."
Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya "Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî De/ Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" li ser pêvajoya duyemîn a jiyana xwe ya kesayetî û rêxistinî van nirxandinan dike " Pêngava 15’ê Tebaxê ya ji nişkê ve û bi awayekî kes ne li bendê bû, di van şert û mercan de derket holê. Gladîo’ya Tirkiyê şopên dawî yên şoreşgerên Tirk bi darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê jê biribûn û dawî li wan anîbû. Pêngava 15’ê Tebaxê di nava hesaban de tinebû. Dema pêk hat jî weke sergermiyeke ji rêzê ya çepgiran hat fêhmkirin. Yeqîn kirin ku wê bi hêzên klasîk ên artêş, polês û îstîxbaratê ji heqê wê bên. Lê ji ber ku di nava du salan de nikarîbûn bi dawî bikin, mesele çû ber destê NATO’yê. NATO’yê li gorî xala pêncan a qanûna damezrandinê di sala 1985’an de biryara destwerdanê da…
Min der barê jinê de cara pêşî di Adara 1987’an de dest bi analîzan kir… Pirsgirêka jinê her ku diçû ciddî û giran dibû. Her serê dewreyeke perwerdeyê min analîzên der barê vê mijarê de gaveke din pêşde dibir û kûr dikir. Jinên ciwan her ku diçû di nava refên me de zêde dibûn û vê jî dikir ku em bersiveke bi kok bidin pirsgirêka azadiya jinê..
Ji sala 1987’an ve heta bi 9’ê Cotmeha 1998’an roja ji Sûrî veqetiyam, min bi xwe pêngavên dijwar û li pey hev amade kirin, ez xebitîm da ku oportunîzma tê ferzkirin û JITEM û kontrgerîllayên ev baş bi kar anîn pûç bikim. Me di têkoşînê de domdarî û mezinkirina hêzê pêk anîbû. Bêguman van hewldanan bi serê xwe nikarîbû serketinê bînin; lê karîbûn oportunîzmê û pîlanên tesfiyê yên kontrgerîlla pûç bikin. Wisa jî bû. Dema em gihiştin dawiya sala 1998’an pêngava me ya dîrokî ya şerê gel ê şoreşgerî nehatibû tesfiyekirin, nikarîbûn tesfiye bikin. Lê ji serketina em li benda wê bûn, em gelekî li paş mabûn."
Di parêznameya "Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî De/ Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk”de Rêber Abdullah Ocalan wiha derketina xwe ya ji Sûriyeyê (9’ê Cotmeha 1998’an) şîrove dike " Di dema derketina ji Sûrî de du rê li pêşiya min hebûn: Ya yekê riya çiya bû, ya diduyan jî riya Ewrûpayê bû. Eger min riya çiyê hilbijarta ev dihat wê maneyê şerê dijwar bibûya û eger min riya Ewrûpayê tercîh bikira ev jî dihat wê maneyê ku ez li şensê çareseriya dîplomatîk û polîtîk digerim.."
Rêber Apo di pirtûka xwe ya bi navê " Meşa ber bi Romayê ve" de li ser hilbijartina 9’ê Cotmehê wekî roja komploya navneteweyî ya li dijî wî dibêje " Tiştekî din ê ecêb heye divê hûn zanibin, ji ber ku ji bo Amerîkiyan pir girîng e. 9'ê Cotmehê roja şehîdbûna Che Guevara ye. Hilbijartina vê rojê balkêş bû. Bi îhtîmaleke mezin wan ev roj hilbijart ku min bi wî şoreşgerê mezin re bînin cem hev. Ev roj ji bo berjewendiya xwe dîtin ku ji min xilas bibin."
Di parêznameya "Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî De/ Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk”de Rêber Abdullah Ocalan derketina xwe ya ji Sûriye ber bi Ewropayê ve şîrove dike û wiha dibêje " Sûriyê di 9’ê Cotmehê de bi hosteyî berê balafirê guhert û li Atînayê daxist. Kengî balafir li Atînayê daket Sûrî dilrehet bûbû…
Me bi balafireke taybet a Yewnan berê xwe da Moskovayê… Min çûyîna Moskovayê tavilê tercîh kir. Ji ber ku min bawer dikir ku “Çi dibe bila bibe ezmûneke wan a heftê salî ya sosyalîzmê heye; çi li gorî berjewendiyê wan be, çi jî li gorî enternasyonalîzma wan be, bi hêsanî wê karibin min qebûl bikin.” Tevî ku sîstem hilweşiyabû jî min pêşbînî nedikir ku ewqasî ji aliyê moralê ve têkçûne. Ji kapîtalîzma lîberal gelekî xirabtir em bi kapîtalîzmeke burokratîk re rûbirû bûn. Ji helwesta dostên li Moskovayê bi kêmanî bi qasî yên li Atînayê hêviya min nemabû. Ya rastî, derketibû holê ku têkiliyên bi navê dostaniyê hatibûn danîn zêde ne ewle bûn.
Bi awayekî xweber em ketin riya xwe ya sêyemîn. Berê me li Romayê bû. Me xwest em ji têkiliyên xwe yên li wir sûdê bigirin. Me bi du parlementerên dost ên Partiya Kominîst a Jinûve Avakirinê têkilî danîn. Bi alîkariya van têkiliyên nû me dest bi serhatiya xwe ya Romayê kir. Îcar bi senaryoya formalîte ya Îstîxbarata Îtalî rojên me yên Romayê dest pê kirin. Vê serhatiya me jî şêst rojan dewam kir…
Cara duyemîn çûyîna min a Rûsyayê şaşî bû.. Ez hatibûm xapandin. Bi awayekî wan ez xapandim û li balafireke kargo suwar kirim û li paytexta Tacikistanê daxistim. Em hefteyekê bêyî ku derkevin derve timî di odeyekê de man. Em paşê vegeriyan Moskovayê. Neçar me dîsa serî li dostên Yewnan da. Di nav du rojan de piştî rojeke tijî serhatî, sar û bi berf a Moskovayê me dîsa berê xwe da Atînayê… Qaşo ez ê biçûma Afrîkayê.. Lê berî vê seferek me jî li Mînskê bû. Berî Naîrobiyê ez ê di ser Mînksê re derbasî Hollandayê bibûma. Dîsa bi balafireke taybet ji du saetan zêdetir di hewa sar a Mînksê de rawestiyam. Balafira em li bendê bûn nehat… Li cehennema Naîrobiyê sê rê li pêşiya min danîbûn: Ya yekê, bi sedema ku min demeke dirêj guh nedaye fermanê bi awayekî şiklî ez ê bihatama kuştin; ya diduyê, min ê yeka CIA’yê nekirana didu biketama bin fermana wê û teslîm bibûma; ya sisiyan, wê min radestî tîmên şerê taybet ên Tirk bikirina ku ev ji zû ve amade kiribûn…
Ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta bi 15’ê Sibata 1999’an pêvajoyeke çar mehan a mîna bahozê derbas bû. Ji bilî hêza hegemon DYA’yê ti hêzê nikarîbû vê operasyona çar mehan amade bikira. Di vê pêvajoyê de rola hêzên taybet ên Tirk (Serokê van hêzan General Engîn Alan bûye) bi tenê bi balafirê birina min a Îmraliyê bû, ew jî di kontrolê de pêk hat.
PÊVAJOYA SÊYEMÎN A JIYANA RÊBER APO
Der barê pêvajoya sêyemîn a jiyana xwe de Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya "Parastina Gelekî" de wiha şîrove dike "Dema sêyemîn a jiyana min, eger wê jê re û cewherê wê re jiyan were gotin, em dikarin ji 15 Sibata 1999'ê heta qonaxa dawî ya bigihîjê, veqetînin. Taybetiya vê demê ew e ku bi giştî navend dewlet e, lê bi taybetî bi veqetîna ji jiyana hemdem dest pê dike."
Rêber Abdullah Ocalan diyar dike "Ev şeş sal e jî di rewşa bahewa ya derya Îmraiyê de ez di neqebekê de bi zehmetî hebûna xwe ya biyolojîk dewam dikim û bi zorê hilmê dîstinim, lê tevî vê jî min kêliyekê jî xwe nexistiye rêza pêş. Ez ji bo xwe xemgîn nebûm, ji bo gel ji piştê xencerkirin qebûl nekir. Tevî ku hêzên dunyayê bi qasî serê derziyê hêvî nehîştine, ji bo hevalan, gel û mirovatiyê hewl didim helwest û ramanên baş hilberînim. Ez di ya bêîmkan de bi serketim. Qet nebe mirov hêjayî vê hewldanê be."
Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya "Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî De/ Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" de Pêvajoya girtina min a li Îmraliyê di serê sala 1999’an de dest pê kir, zor da min ku ez hûrûkûr û bi awayekî yekpare li rastiyê serwext bibim. Asta heqîqetê ya di pêvajoya Îmraliyê de ji pêvajoyên berê bi gelekî li pêştir bû. Ji sûbjektîvîzmê ber bi objektîvîzmê, ji dogmatîzmê ber bi realîzmê, ji bêhestyariyê ber bi hestyariyê, ji dewleta netewe ber bi demokratîzmê, ji ekonomîzmê ber bi modernîteya kapîtalîst (sermayeparêzî, îndustriyalîzm û netewe-dewletparêzî), ji modernîteya kapîtalîst ber bi modernîzma demokratîk, ji dîroknasiya îdealîst ber bi dîroknasiya zanistî-felsefî ve gavên girîng hatin avêtin. Kesayeta xwedî heqîqet, tesewifa Îslamî jî gelekî li ser rawestiyaye û payeberz kiriye. Gotin û kirina der barê çarenûsa netewe û civakan de bi qonaxên heqîqetê re ji nêz ve têkildar in, û bi rêjeya heqîqetê ya di çarçoveya encamên pratîk de diyar dibin."
Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê bi boneya rojbûna xwe, 7’ê Nîsana 2010 nameyek şand. Di nameyê de wiha dibêje: "Rojbûna min hat pîrozkirin. Lê ya rastir mijar ne rojbûna min tenê ye, gel jî wekî rojbûna xwe dibîne. Mijar ne rojbûna li wî bajarî, li wî gundî û li ser wê erdê ye yan na; gel wekî rojbûna xwe dibîne, wekî ronesansa xwe dibîne û pîroz dike. Ez kesên ku rojbûn pîroz kirine û di vî warî de ked dane silav dikim. Lê divê cewherê wê vala dernexin."
(bb)
ANHA