Şaredariyên Tebqayê projeyên xizmetguzariyê dan destpêkirin

Yekitiya Şaredariyan Kantona Tebqayê dê îsal gelek projeyên xizmetguzariyê û kirîna wesayitên kar ji bo şaredariyên nû pêk bîne ku lêçûna wan 1.5 milyon dolar e.

Şaredariyên Tebqayê  projeyên xizmetguzariyê dan destpêkirin
Şaredariyên Tebqayê  projeyên xizmetguzariyê dan destpêkirin
Şaredariyên Tebqayê  projeyên xizmetguzariyê dan destpêkirin
Şaredariyên Tebqayê  projeyên xizmetguzariyê dan destpêkirin
Şaredariyên Tebqayê  projeyên xizmetguzariyê dan destpêkirin
Şaredariyên Tebqayê  projeyên xizmetguzariyê dan destpêkirin
5 nîsan, 2025   06:17
TEBQA

Yekitiya Şaredariyan a Kantona Tebqayê çend proje dane destpêkirin, ev proje ji budçeya salane û dahata şaredariyan tên fînansekirin. Di heman demê de Yekitiya Şaredariyan akadekariyan dike ku plansaziyeke berfireh ji bo hemû şaredariyên kantonê, bi taybetî şaredariyên ku nû hatine aktîfkirin, deyne.

Yekitiya Şaredariyan plansaziya projeyên îsal aşkera kir, li gorî plansaziyê dê projeyên stratejîk û mezin (lêçûna wan 1,5 milyon dolar e) bêne pêkanîn.

Projeyên 2025’an li kantona Tebqayê li ser çend beşan hatine dabeşkirin, weke projeyên asfeltkiria rêyan, amadekirina konteynerên çopê, kirîna wesayitên kar, sererastkirina rêyan, û çêkirina qenalîzasyonên ava baranê. Li gorî berpirsên şaredariyan, ev proje hemû li ser dawaza şêniyên herêmê û bi alîkarî û hevkariya komîn û meclisan hatine danîn.

Di vê derbarê de hevserokê Yekitiya Şaredariyan a Kantona Tebqayê Elî El Mehmûd got: "Yekitiya Şaredariyan li gorî plansaziyeke kar a berfireh xebatên xwe didomîne.”

El Mehmûd got ku di mehên borî de çend şaredariyên nû li kantona Tebqayê hatin aktîfkirin; şaredariyên El Debsî, Babîrî, Maskana, Dêr Hafir, Hetîn, Wadha û El Hait. Lewma karê wan zêde bûye. El Mehmûd got tevî kêmbûna alavan û kêmbûna dahata şaradariyan jî ew ê bixebitin ku van astengiyan derbas bikin.

El Mehmûd diyar kir ku wan ji destpêka salê de çend proje dane destpêkirin, a herî girîng jî projeya pira El Yemama ye ku kantonên Tebqa û Reqayê bi hev ve girê dide, her wiha projeya avakirina çend çerxerêyan li bajarokê Siweydiyê û destpêkirina xebatên çêkirina hin rêyan.

El Mehmûd anî ziman ku Yekitiya Şaredariyên Tebqayê di meha Remezanê de dest bi kampanya paqijkirina giştî li hemû deverên kantonê kir û hejmareke kanalîzasyonên ava baranê li gundên Mehmûdlî, Hemam û Siweydiyê hatin çêkirin. El Mehmûd got lêçûna van projeyan 200 hezar dolar e û ji budçeya salane û dahatên şaredariyan hatiye veqetandin.

(k)

ANHA