Li Bendava Tişrînê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin

Berxwedêrên Bendava Tişrînê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û diyar kir ku felsefeya Rêber Apo rêya gelan ronî kir.

4 nîsan, 2025   23:07
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan (4’ê Nîsanê), gelê kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê yên li Bendava Tişrînê, şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de şêniyê bi navê Firas Cuma axivî û got: "Mîlada Rêber Abdullah Ocalan mîlada gelên bindest e, ku ji gundê Amarayê dest pê kir û heta bi Bendava Tişrînê didome."

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Îmad Ubêd ê ji kantona Tebqayê rojbûna Rêber Apo pîroz kir û got feslefeya Rêber Apo rêya gelên li edalet û azadiyê digerin ronî kir.

Xalid Berkel ê ji Reqayê jî got: "Bi saya fikir û feslefeya Rêbertî em îro li vir in û li ber xwe didin. Rêbertî ji bo tevahî gelan ronahî ye."

Her wiha bi navê xelkê Dêrazorê Newaf El Xelef jî got: "Em ji vir rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Rêbertî, bi rêya belavkirina hezkirin, lêborîn û biratiyê, em ji zulm û cehaletê rizgar kirin."

Dûre dayikên şehîdan mûm li ber wêneyên Rêber Abdullah Ocalan pêxistin û got azadiya Rêbertî azadiya tevahî gelan e.

Di dawiyê de diruşmên "Bê Serok Jiyan Nabe" hatin berzkirin.

(fr)

ANHA