3 welatiyên ji aliyê Îsraîlê ve hatibûn destgîrkirin hatin berdan

3 welatiyên Sûriyeyî yên duh li gundewarê Quneytîrayê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatibûn destgîrkirin, hatin berdan.

3 welatiyên ji aliyê Îsraîlê ve hatibûn destgîrkirin hatin berdan
16 kanûn, 2025   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê 3 welatiyên Sûriyeyî yên xelkê gundê Hemîdiyê yê Quneytîrayê berdan.

Her sê welatî duh dema li herêma Dewar Elem êzing berhev dikirin, ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatibûn destgîrkirin.

Li gorî SOHR’ê, her sê welatî bêyî ku der barê wan de biryara destgîrkirinê hatibe dayîn û bêyî ku sedem werin diyarkirin hatibûn destgîrkirin, piştre hatin berdan.

(b)