Li Serêkaniyê 5 kes bi guleyên leşkerên Tirk birîndar bûn

Dema hejmarek ciwanên Sûriyeyî hewl dida ji gundewarê Serêkaniyê yê dagirkirî derbasî xaka Tirkiyeyê bibin, leşkerên dewleta Tirk a dagirker gule berdan wan.

Li Serêkaniyê 5 kes bi guleyên leşkerên Tirk birîndar bûn
15 kanûn, 2025   23:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê gule berdan 5 kesên hewl dide derbas bibin û birîndar kirin.

Li gorî agahiyan hatine bidestxistin, wan ciwanan ji ber binpêkirinên çeteyan li deverên dagirkirî hewl dida ji Serêkaniyê derbasî xaka Tirkiyeyê bibin.

Hat destnîşankirin ku rewşa ciwanekî giran e, tevî birîndarên din rakirin nexweşxaneyê.

(fr)