Hêzên hikumeta veguhêz derdora Bendava Tişrînê topbaran kirin

Hêzên hikumeta veguhêz gund û derdora Bendava Tişrînê topbaran dikin.

Hêzên hikumeta veguhêz derdora Bendava Tişrînê topbaran kirin
16 kanûn, 2025   00:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku komên girêdayê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di van kêliyan de gundên Hec Hisên û Şêx Mihş û Girê Syriatel ên derdora Bendava Tişrînê yên başûrê Bendava Tişrînê bi obîsan û çekên giran topbaran dikin.

QSD’ê daxuyand ku êriş gefê li ewlehiya herêmê û jiyana sivîlan dixwe, di heman demê de li ser binesaziya çalak, di serî bendav û derdora wê xetere ye.

QSD’ê diyar kir ku hikumeta veguhêz berpirsê vê êrişê ye.

(b)