3 komkujî, heman sedem: Tirsa ji pêşengiya jinan

Di her pêvajoyekê de ku berxwedana gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi pêş ve diçe, dewleta Tirk bi planên qirêjî jinên ku pêşengiya wan pêvajoyê dikin, dike armanc. Komkujiya 9’ê Çileya 2013’an û ya Kanûna 2022’yan ên li Parîsê, komkujiya 4’ê Çileya 2016’an a Silopiyê jî berdewama konsepteke qirkirinê ne. Endama PYD’ê ya Ewropayê Zozan Dêrik got “Tirseke mezin ji vîn û baweriya jinan, fikir û pêşengiya wan heye. Lê jin natirsin û îro jî pêşengiyê dikin.”

3 komkujî, heman sedem: Tirsa ji pêşengiya jinan
3 komkujî, heman sedem: Tirsa ji pêşengiya jinan
3 komkujî, heman sedem: Tirsa ji pêşengiya jinan
3 komkujî, heman sedem: Tirsa ji pêşengiya jinan
3 komkujî, heman sedem: Tirsa ji pêşengiya jinan
3 komkujî, heman sedem: Tirsa ji pêşengiya jinan
9 ÇILE, 2026   05:50
NAVENDA NÛÇEYAN
BERÎTAN ÎRLAN

Her cara ku berxwedana gelê Kurd û hêzên demokrasiyê gihaştiye lûtkeyê, dewleta Tirk bi planên qirêjî jinên ku pêşengiya wan pêvajoyan dikin, dike armanc. Em niha jî di salvegerên 3 komkujiyên li dijî vîna jinan de ne. Dewleta Tirk di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê 3 jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetil kirin. Dewleta Tirk 4’ê Çileya 2016’an li navçeya Silopiyê ya Şirnexê jinên pêşeng Sêvê Demîr, Pakîze Nayiz û Fatma Uyar û 23’yê Kanûna 2022’yan jî jina pêşeng Evîn Goyî, hunermed Mîr Perwer û xebatkarê Navenda Çand û Hunerê ya Ahmed Kaya Abdurehman Kizil dîsa li Parîsê qetil kirin. Armanca her sê komkujiyan jî qetilkirina jinên pêşengên têkoşîna azadiyê bû.

‘ÎRO DÎSA JIN PÊŞENGIYA ŞOREŞÊ DIKIN’

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Ewropayê Zozan Dêrik sedema hedefgirtina jinên pêşeng wiha vegot: “Li seranserê Kurdistan û Ewropayê herî zêde jin tên hedefgirtin. Çima dibin hedef? Ji ber ku ev rastiyeke dagirkeriyê ye. Tirseke mezin ji vîn û baweriya jinan, fikir û pêşengiya wan heye. Îro jî yên pêşengiya vê şoreşê dikin jin in. Li Rojhilata Navîn jî jinên Kurd bandoreke mezin çêkiriye. Gelek jinên enternasyonal jî xebat û pêşengiya jinên Kurd dîtine û beşdar dibin. Ji ber wê jinên pêşeng tên armancgirtin. Dixwazin bi vî awayî çavê gelê Kurd û jinan bitirsînin. Lê bandora têkoşîna wan her kesî dikişîna nava têkoşînê û asta têkoşînê bilindtir dike.”

Salên 2012-2013’an gelê Kurd gelek gavên girîng avêtin. Dewleta Tirk a li hemberî berxwedana gerîla lewaz bûbû, hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re çêdikirin. Rêber Abdullah Ocalan ku her derfeteke biçûk ji bo aştiyê bi kar tîne, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêngava çareseriya doza Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê da destpêkirin. Lê dewleta Tirk dîsa hewl da vê daxwaza aştiyê ya Kurdan ji bo planên xwe yên qirêjî bi kar bîne. Bi komkujiyan bersiva van hewldanên Rêber Abdullah Ocalan da. Di 9’ê Çileya 2013’an de, îstixbarata Tirk li paytexta Fransayê Parîsê 3 jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetil kirin. Sakîne Cansiz yek ji damezirînerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), pêşenga berxwedana girtîgeha Amedê bû. Pêşenga bîrdoziya azadiya jinan bû, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jî jinên têkoşer bûn.

‘ŞEHADETA WAN TÊKOŞÎN MEZINTIR KIR’

Zozan Dêrik da zanîn ku hedefgirtina kesayeteke wekî Sakîne Cansiz bandoreke mezin li tevgera Kurd û jinan kir û wiha axivî: “Heval Sakîne bi salan li dijî dagirkeriyê tê koşiya û xebat meşandin. Di girtîgehên dewleta Tirk de li hemberî dagirkeriyê serî netewand. Heval Sakîne wek dîroka jinan û pêşenga tevgera azadiyê tê naskirin. Piştî şahadeta heval Sakîne bi sedan kes beşdarî têkoşînê bûn. Heval Fîdan Dogan bi salan xebatên dîplomasiyê meşandin, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo xebatek bênavber meşand. Heval Leyla jî pêşenga ciwanan bû, her tim di nava çalakiyan de bû.”

‘SÊVÊ, FATMA Û PAKÎZEYÊ SERÎ NETEWAND’

Salên 2015-2016’an gelê Bakurê Kurdistanê li hemberî êrişên dewleta Tirk biryara xweseriya xwe da. Dîsa bi pêşengiya jinan li bajar, gund û bajarokên Bakurê Kurdistanê serhildanên gel dest pê kiribû. 4’ê Çileya 2016’an 3 jinên pêşengên berxwedanê; endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar, hevseroka Meclisa Gel a Silopiyê Pakîze Nayir, li qada berxwedanê Silopiyê, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.

Zozan Dêrik berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê a di salên 2015-2016’an bi bîr anî û wiha qala berxwedana her sê jinan kir: “Heval Sêvê, Fatma û Pakîze rastiya li herêmê û tiştên dewleta Tirk dikir nîşanî her kesî dikirin. Serî nedewandin, gel rêxistin dikirin û pêşengiya serhildanan kirin. Lewma ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin.”

‘ÊRIŞA 23’YÊ KANÛNÊ NE JI RÊZÊ BÛ’

Sala 2022’yan dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Qadên Parastina Medyayê û gelê Kurd gihand asta herî jor. Armanc tunekirina hebûna gelê Kurd bû. Dewleta Tirk bi vê armancê di 23’ê Kanûna 2022’an de dîsa li Parîsê êrişek din pêk anî û di encamê de yek ji pêşengên tevgera azadiya jin û Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermed Mîr Perwer û Abdurahman Kizil qetil kirin.

Zozan Dêrik diyar kir ku Evîn Goyî li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke mezin da meşandin û got: “Heval Evîn komîteya amadekar a çalakiyên şermezarkirina komkujiya 9’ê Çileyê bû. Hedefgirtina wê û hevalên din ne êrişek ji rêzê bû. Ji ber ku li navendek Kurdan û jinek pêşeng hat hedefgirtin. Hevalên ku bi heval Evîn re hatin qetilkirin jî hunermed Mîr Perwer ku li dijî qirkirina çandî têdikoşiya. Heval Abdurehman Kizil jî 24 demjimêrê li navena Çand û Hunerê ya Ehmet Kaya xebat dimeşand.”

‘EM DIZANIN DESTÊ ÎSTIXBARATA TIRK Û FRANSAYÊ TÊ DE YE’

Zozan Dêrik bertek nîşanî bêdengiya dewleta Fransayê da û wiha axivî: “Heta niha dewleta Fransayê daxuyaniyek jî nedaye. Gelê Kurd edaletê dixwaze. Dem dizanin ku destê istixbarata dewleta Tirk û Fransayê tê de ye. Heta welatek destûr nede dewletek din nikare li wî welatî komkujiyan bike.”

Zozan Dêrik mîrateya ku jinên pêşeng li pey xwe hêlaye, bi van gotinan vegot: “Wan mîrateyeke mezin li pey xwe hêla. Îro bi sedan kes li ser şopa wan tê dikoşin. Bi hezaran navê wan li xwe kir û ji bo ronîkirina komkujiyan di nava çalakiyan de ne.”

ANHA