Şahideke berxwedana Bendava Tişrînê: Vîna gel planên dagirkeran têk birin

Şahida berxwedana Bendava Tişrînê diyar kir ku êrişa li ser bendavê beşeke plana qirkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û berxwedana gel bersiveke xurt a binkeftina dagirkirina bendavê bû û vîna pola ya gel îsbat kir.

Şahideke berxwedana Bendava Tişrînê: Vîna gel planên dagirkeran têk birin
Şahideke berxwedana Bendava Tişrînê: Vîna gel planên dagirkeran têk birin
Şahideke berxwedana Bendava Tişrînê: Vîna gel planên dagirkeran têk birin
Şahideke berxwedana Bendava Tişrînê: Vîna gel planên dagirkeran têk birin
Şahideke berxwedana Bendava Tişrînê: Vîna gel planên dagirkeran têk birin
Şahideke berxwedana Bendava Tişrînê: Vîna gel planên dagirkeran têk birin
9 ÇILE, 2026   03:45
AMÛDÊ
SÎMAV MEHMÛD

Bi salvegera berxwedana Bendava Tişrînê ya di 8ˊê Çileyê de, herêm yek ji bûyerên herî girîng bi bîr tîne ku yekitiya şervan û şêniyan temsîl dike. Di wê kêliya dîrokî de, bendav ji projeyeke avê veguherî sembola berxwedan û şerê gel ê şoreşgerî ku li gel xetere û êrişên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk, şênî mil bi mil bi şervanên xwe re sekinînin da ku destkeftiyên giştî biparêzin.

Bi hezaran şêniyan; biçûk, mezin, berê xwe da bendavê û nobetên parastinê kirin. karwana destpêkê ji bajarên Cizîrê; Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir û Hesekê di 8ˊê Çileyê de berê xwe da bendavê. Yek ji wan jî Menwer Xalid a ji Amûdê bû.

Piştî salek ji wê berxwedanê, Menwerê tiştên bi çavên xwe dîtine vegotin û diyar kir ku şênî û şervan di oxira parastina welat de di yek xendekê de bûn. Menwer anî ziman ku roja destpêkê balafirên bêmirov bi dijwar nobetdar bombebaran kirin, lê biryardariya şêniyan li dijî metirsî û gefan bi ser ket û hişt îsrara wan a berxwedanê mezintir bibe.

Menwer wêneyên şervanan dema parastina xaka xwe dikirin û dîmena veguhastina şehîdan tîne bîra xwe û dibêje "Ew kêlî wê di bîrdanka min de bimînin." Menwerê anî ziman ku berxwedana şêniyan destanên mezin nivîsandin, li cîhanê deng vedan û bû sembola têkoşîn û berxwedanê, ne tenê di dîroka Kurdan de lê di bîrdana tevahî mirovahiyê de.

Menwer destnîşan kir ku êrişa li ser bendavê beşek ji plana qirkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, di wê planê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êriş dikirin. Lê nobetdariya şêniyan bersivek xurt li hember plana dagirkirina bendavê bû. şervanan hêz û morala xwe ji şênî û dayikan wergirt û şêniyan jî îsrara xwe ji şervanan wergirt ku bi wê re şerê gel ê şoreşgerî bi ser ket.

Menwerê got: "Me bi biryardarî li hember balafirên bêmirov sekinî û bi meşê me xwe gihand bendavê. Jin di rêza destpêkê de bûn û gotinên Rêber Apo yên der barê azadiyê de moralên wan bilind kirin."

Di dawiyê de Menwerê got: "Li gel êrişên dijwar, şehîdbûn û birîndarbûna şênî, şervan û rojnamevanan, berxwedana Bendava Tişrînê veguherî werçerxeke dîrokî ya rûmetdar û daxmaya xwe li bîrdanka cîhanê xist ku nayê nixumandin."

(fr)

ANHA