Jinên Kobanê: Êdî sebra me nemaye, em azadiya Rêber Apo dixwazin

Jinên ji bajarê Kobanê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan 27 sal e dîl hatiye girtin û êdî sebra wan nemaye, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin.

Jinên Kobanê: Êdî sebra me nemaye, em azadiya Rêber Apo dixwazin
9 ÇILE, 2026   07:30
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Jinên ji bajarê Kobanê der barê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de axivîn û daxwaza azadiya Rêber Abdulllah Ocalan anî ziman.

Newroz Ehmed diyar kir ku 27 sal e Rêber Abdullah Ocalan dîl hatiye girtin û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker di van çend salên dawîn de tecrîdê li ser Rêber Apo dide meşandin. Ji ber ku ew ji hêza Rêber Apo ditirsin. Rêber Apo ji bo ku jina ku bi salan hatiye kolekirin azad bike, têkoşîn û berxwedaneke bêhempa da meşandin û niha jî jin pêşengên civakê ne."

Newroz anî ziman ku heta ku Rêber Abdullah Ocalan azad nebe ew tu carî azad nabin, ji ber vê yekê divê hemû jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe xurttir bikin.

‘BI SAYA RÊBER APO JIN BÛN PÊNŞENG’

Hêvîn Hec Mislim destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo jinan têkoşîneke bêhempa da meşandin û wiha got: "Jin di demên borî de kole bûn, lê bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo jin azad bûn û bûn pênşeng. Tişta ku niha ji me tê xwestin, divê em têkoşîna xwe xurttir bikin û Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin û di nava xwe de bibînin."

Hêvînê wiha got: "Êdî sebra me nemaye, em azadiya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin. Ji ber ku ew dil, mêjî û hêza me ye, heta ku Rêber Apo azad nebe em jî azad nabin. Ji ber vê yekê em ê hêz û têkoşîna xwe xurttir bikin û rêberê xwe azad bikin û li derdora wî kom bibin."

Sumeya Abdullah jî da zanîn ku ew dixwazin Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe, ji ber ku bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bibin û wiha got: "Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, azadiya mirovahiyê ye, divê Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe û em wî di nava xwe de bibînin."

ANHA