Pûtîn û El Şeri li Kremlinê hevdîtin kir

Serokê Rûsyayê û serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li Moskovê hevdîtin kir. Her du aliyan têkiliyên di navbera gelê Sûriye û Rûsyayê de nirxandin. Serokê hikumeta veguhêz got hikumeta wî pabendî peymanên berê ye.

Pûtîn û El Şeri li Kremlinê hevdîtin kir
15 cotmeh, 2025   16:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn îro li Qesra Kremlinê ya Moskovê pêşwazî li serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri û şandeya hikumeta wî kir.

Di hevdîtinê de Pûtîn got, "Têkiliya Rûsya-Sûriyeyê têkiliya dostane ya zêdetirî 80 salî ye. Rojek ev têkilî ji bo berjewendiyên teng nehat bikaranîn, berevajî ji bo berjewendiyên dualî û ya gelê Sûriyeyê bûn, û komîteya hikumetê ya hevbeş a di navbera Moskov û Şamê de wê xebatên xwe di demeke nêz de ji nû ve dest pê bike."

Li aliyekî din jî El Şeri spasiya Rûsya û serokê wê kir û pesna têkiliyên dîrokî yên her du welatan kir.

El Şeri got, "Min gotina kiriye bi bîr dixin ku di navbera Sûriye û Rûsyayê de têkiliyên dîrokî yên demdirêj hene. Îro em di Sûriyeya nû de, piştî bûyerên li Sûriyeyê qewimîne, me hewl da Sûriyeya nû ji tevahî dewletên cîhanê re pênase bikin û têkiliyên siyasî û stratejîk bi tevahî dewletên herêmî û cîhanê re vegerînein, di serî de wê têkiliyên bi Rûsyaya Federal re be. Ji ber ku di navbera me, weke me bi bîr xistiye, têkiliyên dîrokî hene."

El Şeri anî ziman ku "Hin têkiliyên dualî û berjewendiyên hevbeş jî hene, gelek tişt hene me bi hev ve girê didin. Beşek ji xwarina Sûriyeyê pişta xwe dide berhema Rûsyayê, li kêlek wê jî di aliyên enerjiyê de jî Sûriye pişta xwe di pisporiyên Rûsyayê. Piranî têkiliyên siyasî û stratejîk ên navneteweyî û herêmê jî bi Rûsyayê ve girêdayî ne."

El Şeri diyar kir ku "Em rêzê ji lihevkirinên berê pêk hatine re digirin, ev dîrokeke mezin e. Em hewl didin têkiliyan vegerînin û bi awayekî cidî xwezaya van têkiliyan nas bikin. Em dixwazin serxwebûnek ji rewşa Sûriyeyê, aşttî, yekitiya xaka wê û îstîqrara wê ya ewlehî re hebe ku ev jî girêdayî îstîqrara herêmî û cîhanî ye."

(fr)