25 navend ji bo firotina nan hatin diyarkirin

Gerînendetiya Firinan a Reqayê 25 navend ji bo firotina nan diyar kirin.

25 navend ji bo firotina nan hatin diyarkirin
21 mijdar 2023   15:37
REQA

Ji bo sivikkirina qerebalixa li komîn û meclisên taxên bajêr û ji bo ku nan ji xelkê re peyda bibe, Gerînendetiya Firinan a Komîteya Aboriyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê 25 navendên nan li taxên bajêr diyar kirin.

Navendên hatine diyarkirin li taxên Girtîgeha Ehdas, Hesîwe, Icêlî, Cemîlî û Mişleb in.

Ji bo firotina nan gerînendetiyê ji her navendekê re karmendek eyar kir ku rojê 5 saetan kar bike. Di tûrikên nan de 9 nan hene û bi hezar lîreyî ne.

Endamê Gerînendetiya Firinan a Reqayê Şehûz El Xelef got: “Navendên firotinê di bin çavdêriyê de ne, ji bo ku bi miqdar û buhayên tûrikên nan neyê lîstin.”

(şx)

ANHA