Mêr ji bo piştgiriya jinan daketin qadan

Bi sedan mêr bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li herêma Firatê ji bo piştgiriya jinan meşiyan.

Mêr ji bo piştgiriya jinan daketin qadan
Mêr ji bo piştgiriya jinan daketin qadan
Mêr ji bo piştgiriya jinan daketin qadan
Mêr ji bo piştgiriya jinan daketin qadan
Mêr ji bo piştgiriya jinan daketin qadan
Mêr ji bo piştgiriya jinan daketin qadan
Mêr ji bo piştgiriya jinan daketin qadan
Mêr ji bo piştgiriya jinan daketin qadan
21 mijdar 2023   15:55
KOBANÊ

Mêr û endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên herêma Firatê tev li meşê bûn ku bi dirûşma “Li dijî her cure tundî û dagirkeriyê, jin, jiyan azadî” ji Qada Şehîd Egîd a Kobanê dest pê kiriye.

Meşvan heta Qada Jina Azad meşiyan. Li wir endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce axivî û got: “Ev roj ji bo jinan gelek girîng e. Hegemonyaya desthilata baviksalar şikand. Dûre jin ber bi azadiyê û civaka azad ve meşiyan.”

Xoce diyar kir ku bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku girîngiyeke mezin da jinan, jin rizgar bûn û di encamê de tev li avakirina civakan bûn û parastina welatê xwe dikin û wiha domand: “Divê jin vê firsenda dîrokî ya ku Rêber Ocalan daye wan, bi kar bînin. Xwe, cewher û mafên xwe biparêzin.”

Her wiha Xoce destnîşan kir ku di pêvajoya têkoşîna heyî de, divê kar û xebatên dîtir bên kirin, divê mêr piştgiriya jinan bikin ji bo ku xwe ji qeydan xilas bikin û got: “Ji ber ku tenê bi azadiya jinan, em azad dibin. Em baş dizanin ku jin di aliyê fikrî, aborî û civakî de hatine çewisandin. Divê em tê bikoşin ta ku koletiya 5 hezar salan  têk bibin û ber bi azadiyê ve bimeşin.”

Piştî wê Koma Şehîd Yekta ya Navenda Çandê ya herêma Firatê şanoyek têkildarî tundiya li ser jinan pêşkêş kir.

(şx)

ANHA