218 fîlman serlêdana Mîhrîcana Fîlman a Rojava kiriye 

218 fîlman ji bo beşdarbûna Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5’emîn serlêdan kir. Di heftyên pêş de dê fîlmên ku beşdar bibin bên hilbijartin.

218 fîlman serlêdana Mîhrîcana Fîlman a Rojava kiriye 
4 cotmeh, 2025   12:30
QAMIŞLO  

Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava 5’emîn dê di navbera 13-20’ê Mijdara 2025’an de, li bajarê Qamişlo bê lidarxistin.

Mîhrîcan ji aliyê Komîna Fîlman a Rojava ve tê lidarxistin. Mîhrîcan bi dirûşma “Çîrokên hevpar, sînemaya azad” li dar dikeve. Dê mîhrîcan li hola Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo û Navenda Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê TEV-ÇAND’ê bê lidarxistin.

Komîna Fîlman a Rojava di 13’ê Tebaxê de lidarxistina mîhrîcanê îlan kir. Ji wê demê heta niha 120 fîlmên ji her çar parçeyên Kurdistanê, hundirê Sûriyeyê, welatên Ewropayê, Amerîka û Afrîkayê û welatên Rojhilata Navîn serdana mîhrîcanê kiriye.

Di 30’ê Îlonê de dema serlêdanan bi dawî bû. 218 fîlman û 15 senaryoyan serlêdan kir. Dê di hefteyên pêş de lijneya hilbijartina fîlman û komîteya amedekar fîlman hilbijêre. Li gorî agahiyên me ji komîteya amedekar wergirtine, dê derdora 70 fîlm bên hilbijartin.

Di nûçeya me ya 23’yê Îlonê de ku têkildarî mihrîcanê hatibû dayîn, ji bo dîroka bidawîbûna serlêdanan bi şaşî wek 30’ê Cotmehê hatibû nivîsîn. Dema serlêdanan di 30’ê Îlonê de bi dawî bû.

(bî)

ANHA