Hêzên Îsraîlê li gundekî Derayê 3 ciwan destgîr kirin

Hêzên artêşa Îsraîlê li rojavayê Derayê bi ser gundekî de girt û 3 ciwan destgîr kirin.

Hêzên Îsraîlê li gundekî Derayê 3 ciwan destgîr kirin
4 cotmeh, 2025   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li başûrê Sûriyeyê liv û tevgera leşkerî ya hêzên Îsraîlê dewam dike.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên Îsraîlê derengiya şevê ketin gundê Cumla yê herêma Hewd El Yermûk a li rojavayê Derayê.

SOHR’ê da zanîn ku hêzên Îsraîlê bi ser malan de girt û 3 ciwan destgîr kirin. Di heman demê de li têketina gund bendeke kontrolê ya demkî danîn.

Hate diyarkirin ku hemwextî tevegera hêzên Îsraîlê balafirên keşfê li ser herêmê digeriyan.

SOHR’ê diyar kir ku hêzên Îsraîlê derdora saetekê di gund de man û tevgera 6 erebeyên leşkerî hate dîtin. Piştî saetekê jî ber bi Colanê ve vekişiyan.

) bb)