Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan bi dawî bû

Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan piştî pêşandana 40 fîlm, belgefîlm û kurtefîlmên li ser asta navneteweyî, lidarxistina semînerên ku tê de rewşa sînamegeriya jin nîqaş kirin û orgenîzekirina atolyan, bi dawî bû.

Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan bi dawî bû
Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan bi dawî bû
Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan bi dawî bû
Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan bi dawî bû
Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan bi dawî bû
31 gulan, 2025   22:16
QAMIŞLO

Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan di roja xwe ya dawî de bi pêşandana fîlman didome. Mîhrîcan ji hêla Kollektîfa Kezî ya Jinên Sînemager ve bi piştgiriya SîneJin a Rojava, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, sînemagerên jin ên li Ewropayê û bi alîkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê hatibû birêxistinkirina 25`ê Gulanê dest pê kiribû.

Di çarçoveya bernameya mîhrîcanê ya roja dawî ya danê êvarê de li Parka Azadî ya li bajarê Qamişlo şahiyek hate lidarixistin. Di şahiyan de şêniyên herêmê, nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, endamên Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya (TEV-ÇAND), Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn û xwendekarên peymangehên hunerê amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê endama Kollektîfa Kezî ya Jinên Sînemager Safînaz Evdikê bixêrhatina mêvanan kir û spasiya endamên komîteya amadekar kir û got: “Bi hêvî me ku sala bê em bi enerjiyeke xurttir û bi fîlmên baştir mîhrîcanê li dar bixin. Em ji bo civaka xwe van xebatan pêşkêş dikin.”

Paşê Koma Palmîra ya Dîlanê ya Reqayê dîlanek pêşkêş kir.

Şahî bi gotina stranan ji aliyê Hunermend Mizgîn Tahir bi dawî bû.

Li gorî bernameyê derdora 40 fîlm, belgefîlm û kurtefîlmên di 7 rojên Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan hatine pêşandan. Îro (31`ê Gulanê) mîhrîcan bi dawî bû.

(sb/fr)

ANHA