2 top li bajarê Siwêdayê ketin

Li navenda bajarê Siwêdayê 2 top li malên sivîlan kirin. Di encamê de zerarên madî çêbûn.

2 top li bajarê Siwêdayê ketin
26 ÇILE, 2026   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku beriya çend kêliyan 2 guleyên topên hawanê li navenda bajarê Siwêdayê ketin.

Li gorî  nûçegihan, gule li malên sivîlan ketin û zerarên madî çêbûn û tirs di nava şêniyan de çêbûn.

Li gorî agahiyan, gule ji aliyê gundên rojavayê Siwêdayê ve hatin avêtin ku di bin kontrola çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ne.

(b)

ANHA