2 leşkerên UNIFIL'ê li başûrê Lubnanê hatin kuştin

UNIFILˊê ragihand ku di teqîneke nenas de ku wesayîta wê li nêzî Benî Heyan ê başûrê Lubnanê hedef girtiye 2 leşkerên wê hatin kuştin.

2 leşkerên UNIFIL'ê li başûrê Lubnanê hatin kuştin
30 adar, 2026   21:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê (UNIFIL) ragihand ku 2 leşkerên wê di teqînekê de li başûrê Lubnanê hatine kuştin.

UNIFIL di daxuyaniyekê de got, "Îro, di encama teqîneke nenas ku wesayîta wan li nêzî Benî Heyan rûxandiye de, 2 leşkerên wê yên Hêzên Aştîparêz ên girêdayî UNIFILˊê hatin kuştin."

UNIFILˊê da zanîn ku di bûyerê de 2 leşker jî birîdnar bûn.

(ac/fr)

ANHA