Bavê şervanekî dîlgirtî: Heya kurê min neyê berdan ez venagerim Efrînê

Kurê Îsam Hesen Ebdulselam ev zêdetirî 2 meh e dîl hatiye girtin. Bav û dayika Ebduselam hêviyên xwe qut nekirine ku kurê wan serbest were berdan. Çavê wan li rêya vegera kurê wan e. 

Bavê şervanekî dîlgirtî: Heya kurê min neyê berdan ez venagerim Efrînê
Bavê şervanekî dîlgirtî: Heya kurê min neyê berdan ez venagerim Efrînê
Bavê şervanekî dîlgirtî: Heya kurê min neyê berdan ez venagerim Efrînê
Bavê şervanekî dîlgirtî: Heya kurê min neyê berdan ez venagerim Efrînê
Bavê şervanekî dîlgirtî: Heya kurê min neyê berdan ez venagerim Efrînê
31 adar, 2026   04:05
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Îsam Hesen ji gundê Dêr Siwan ê navçeya Şera ya girêdayî Efrîn e. Sala 2018`an dema Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin malbata Hesen koçber bû. Niha li bajarê Hesekê di dibistanekê de dimînin. Ev zêdetirî 2 meh e ku kurê wî Ebduselam dîl hatiye girtin. 

Bavê Ebduselam Îsam Hesen got wan agahî girtiye ku kurê wan Ebdulselam birine Helebê. Niha ew û 15 hevalên xwe di girtîgeha şaxa Ewlekariya Leşkerî ya girêdayî hikumeta demkî de ne.

Îsam Hesen diyar kir ku dayikeke nêzî wan e û 3 keçên wê yên şervan dîl hatine girtin, agahî daye ku kurê wî Ebduselam di heman girtîgehê de ye û bi keçên wê re ye.

Şervanê QSD`ê Ebdulselam Îbrahîm Hesen (Botan Efrîn) li bajarokê Mensûra yê girêdayî Tebqayê dîl hatibû girtin. Sala 2025`an dema ku koçberên Efrînê ji Şehbayê derbasî Tebqa û Reqayê dibin tev li QSD`ê dibe. Niha birayê wî yê mezin jî şervanê QSD`ê ye û li Kobanê dimîne.

Îsam Hesen got di mijara dîlgirtiyan de tu gavên xurt ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve nehatine avêtin. Eger heyanî niha dîlgirtiyên şer nehatine berdan wê demê hikumeta demkî dosyaya dîlgirtiyan ji bo berjewendiyên xwe li hemberî QSD`ê dide bikaranîn. Piştî ku şer sekinî divê hikumet hemû dîlgirtiyan serbest berde û got: “Heyanî kurê min Ebdulselam û hevalên wî serbest neyên berdan ez venagerim Efrînê.”

Malbatên şervan û sivîlên dîl hatine girtin kêlî bi kêlî li benda serbestberdana zarokên xwe ne. Derdora 700 şervanên QSD`ê dîl hatine girtin. Lihevkirin di 29`ê Çileyê de di navbera QSD`ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de çêbû. Heyanî niha şervan û sivîlên neqanûnî dîl hatine girtin, serbest nehatine berdan.

ANHA