2 karkerên ketin kanalîzaysonê jiyana xwe ji dest dan

Li Hesekê 2 karkerên ku di xwaringehekê de dixebitîn, ketin kanalîzasyonekê û jiyana xwe ji dest dan.

2 karkerên ketin kanalîzaysonê jiyana xwe ji dest dan
14 tebax, 2026   21:30
HESEKÊ

Li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê 2 kesên ku di xwaringeha El Teqwayê de dixebitin, ketin kanalîsyoneke bi kurahiya nêzî 3 metereyan û jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên ku şahidan dane, karkerekî xwaringehê dema ku pompe dixist hundirê kanalîzasyonê li pêşiya xwaringehê da ku paqij bike, ji ber bêhna nexweş a kanalîzasyonê ji hişê xwe ve çû û ket kanalîzasyonê.

Karekî din ê xwaringehê dema hewl da karkerê destpêkê rizgar bike, ew jî ji ser hişê xwe ve çû û ket kanalîzasyonê.

Her du karkerên ketin kanalîzasyonê veguhestin nexweşxaneyên Reca û Gel, lê tevî hemû hewldanên bijîjkan jiyana xwe ji dest dan.

ANHA