Nexweşxaneya Xabûr hat vekirin

Nexweşxaneya Xabûr a li bajarê Hesekê ku berê bi navê Nexweşxaneya Şehîd Sarya dihat naskirin, piştî xebatên sererastkirin û nûkirinê îro bi merasîmekê dîsa hat vekirin.

Nexweşxaneya Xabûr hat vekirin
Nexweşxaneya Xabûr hat vekirin
Nexweşxaneya Xabûr hat vekirin
Nexweşxaneya Xabûr hat vekirin
Nexweşxaneya Xabûr hat vekirin
Nexweşxaneya Xabûr hat vekirin
Nexweşxaneya Xabûr hat vekirin
Nexweşxaneya Xabûr hat vekirin
Nexweşxaneya Xabûr hat vekirin
Nexweşxaneya Xabûr hat vekirin
Nexweşxaneya Xabûr hat vekirin
Nexweşxaneya Xabûr hat vekirin
Nexweşxaneya Xabûr hat vekirin
Nexweşxaneya Xabûr hat vekirin
Nexweşxaneya Xabûr hat vekirin
Nexweşxaneya Xabûr hat vekirin
14 tebax, 2026   22:21
HESEKÊ

Di merasîma ji nû ve vekirina nexweşxaneyê de nûnerên saziyên sivîl, rûspî, endamên saziyan, xebatkarên tenduristiyê, tevî hejmarek pêkhateyên bajarê  Hesekê amade bûn.

Piştî deriyê nexweşxaneya hat vekirin, beşdar derbasî hundir bûn li nav beşên wê geriyan.

Li nexweşxaneyê beşên hinav,  lênêrîna giran, neştergeriya giştî, kateterîzasyona dil, urolojî, gurçik, welidandin û jinan, înkubatorên zarokan û pitikan, destwerdana lezîn, labrotwar û radyolojî hene. bi 100 textan hene.

Her wiha ji 14 kilîkên bijîşkî, 100 text, 4 kilîkên diranan pêk tê.  85 bijîşk û nêzî 240 xebatkarên tenduristiyê û yên teknîkî bi awayekî nobetdarî bi şev û bi roj dixebitin.

Nexweşxaneya Xabûr bi alavên tibî yên pêşketî wekî lîtotripsî, diyalîz û kateterîzasyona dil, 8 înkubatorên pitikan, alavên endoskopiya jorîn û jêrîn, laboratuwarek pêşkeftî û navendeke tedawiya fîzîkî hatiye amadekirin.

Ji van zêdetirî ,10 ambulansan hene.  3 ji wan ji bo veguhestina bo parêzgehên din û 3 ji bo bajarê Hesekê û 4 jî ji bo deverên derdorê wekî Dêrik, Qamişlo, Amûdê û herêmên din ên parêzgehê hatine veqetandin.

Li nexweşxaneyek dermanxaneyek jî heye ku ji aliyê 4 dermansazan û 10 teknîsyenan ve tê çavdêrîkirin.

ANHA