Hêzên Îsraîlê li gundewarê Quneytîrayê gule berdan û 2 şivan binçav kirin

Çavkaniyên xwecih ragihandin ku hêzên Îsraîlê gule ber bi herêma Hewza Yermûkê ve berdan û du şivan binçav kirin, piştre ew berdan.

Hêzên Îsraîlê li gundewarê Quneytîrayê gule berdan û 2 şivan binçav kirin
14 tebax, 2026   20:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku hêzên Îsraîlê yên li baregeha El Cezîrê bi awayek dem dem gule berdan devera Wadî Meriya ya herêma Hewza Yermûkê.

Li gorî çavkaniyan, dewriyeyeke hêzên Îsraîlê ket herêma El Rezaniya  ya gundewarê Quneytîrayê û du şivan bin çav kirin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku hêzên Îsraîlê her du şivan lêpirsîn kirin piştî ew berdan û ji herêmê vekişiyan.

Çavkaniyan dane zanîn ku du erebeyên leşkerên Îsraîlê ji deriyê Til Ebû Xeysar ber bi herêma Meekerê ya rojavayê gundê Seyda Hanûtê bi rê ket û ji Seyda Hanûtê çûn herêma El Rezaniya ya gundewarê Quneyterayê.

(bb)