Îsraîl li Quneytîrayê pêş ve hat

Artêşa Îsraîlê li herêma Til Ehmer a rojava ya gundewarê parêzgeha Quneytîrayê pêş ve hat û  li herêmê opersyon li dar xist. Leşkerên Îsraîlê li gundê Sedmaniya rojhilat jî bendeke kontrolê çêkir.

Îsraîl li Quneytîrayê pêş ve hat
19 tebax, 2025   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro li gundewarên parêzgeha Quneytîrayê di xaka Sûriyê de bi pêş ve hat. Pêşvehatin ji eniya gundê Til El Ehmer a rojava ber bi gundên Kodaniye û Eyin Zîwan ve pêk hat. Di dema pêşvahatinê leşkeran gule li motorsklêtekî barandin û di hejmarek malên sivîlan lêgerîn pêk anîn. Li gorî agahiyan, heta niha tu zirarên canî û binçavkirin çênebûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) der barê mijarê de ragihandin ku hêzên Îsraîlê beriya niha derbasî bargeha Qos El Nebe ya li rojavayê Quneytîrayê bûne ku berê hatibû valakirin.  Leşkerên Îsraîlê li vir opersyona paqijiyê ya saetekê dirêj kir, pêk anî. Paşê ber bi avahiya parêzgeha Quneytîrayê ve kişiyan.

Li gorî SOHR’ê, hêzeke Îsraîlê ya ji çend alavên leşkerî û komeke leşker pêk dihat li gundê El Semdaniye ya rojhilat bendek kontrolê çêkirin. Di encamê de di nava welatiyan de metirsiya li herêmê alozî û şer derkeve,  çêbû.

(dc)