19’ê Tîrmehê dê li 7 navendan bê pîrozkirin

13’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê dê li 7 navendên cuda bê pîrozkirin. Dê gelek hunermendên Kurd, Ereb, Suryan, Ermenî yên ji herêmê, ji parçeyên din ên Kurdistanê û Ewropayê di şahiyan de hunerên xwe pêşkêş bikin.

19’ê Tîrmehê dê li 7 navendan bê pîrozkirin
17 tîrmeh, 2025   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amedekariyên pîrozbahiyên salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku 2012’an li Kobanê destpê kiribû, tên kirin. 

Pîrozbahiyên îsal dê li 7 navendan (Kobanê, Heleb, Reqa, Tebqa, Qamişlo, Girgê Legê, Hesekê) bên çêkirin.

Ji bo pîrozbahiyan li her bajarekî komîteyên amedekar hatine avakirin û dest bi xebatan hatiye kirin.

Hemû pîrozbahî dê roja 19’ê Tîrmehê bên li darxistin. Di pîrozbahiyan de axaftin werin kirin, peyman werin xwendin û bernameyên hunerî werin pêşkêşkirin.

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotanyayê (TEV-ÇAND) û Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn jî amedekariyên pîrozbahiyan dikin. Ji bo vê li her bajarekî plansazî hatine derxistin.

Li gorî agahiyên ku rêveberên çandê dane ANHA’yê dê gelek hunermendên Kurd, Ereb, Siryan, Ermenî yên ji herêmê, ji parçeyên din ên Kurdistanê û Ewropayê di şahiyan de hunerên xwe pêşkêş bikin.

Pîrozbahiyên li bajaran û bernameyên hunerî wiha ne:

KOBANÊ

Cih: Qada Şehîd Egîd

Demjimêr: 19.00

Hunermend: Jala Rojhelat, Dilo Doxan, Hunermed Teleb, Koma Erdsax ya Govendê ya Ermeniyan, Koma hevbeş ku ji gelek komên muzîkê pêk tê

HELEB

Cih: Taxa Şêxmeqsûd

Demjimêr: 19.00

Hunermed: Ehmed Abdilrezaq, Mecîd Kino, Fatma Ebdo, Koma Şehîd Leyla ya Stranan ya Hîlala Zêrîn,Koma Govendê ya Şehîd Serhed, Koma Şehîd Cemîl Horo, Koma Stanên Erebî, Yekîtiya Hunermendên Helebê (stran)

REQA

Cih: Standyûma Beledî

Demjimêr: 19.00

Hunermed: Telhed (stranên Erebî), Koma Hêlîn Cûdî ya Stranan a Hîlala Zêrîn, Koma Hunerên Gelêrî ya Navenda Çanda Reqa, Hunermed Melîk Yetîm (stranên Erebî), Koma Palmîra ya Hunerên Gelêrî ya Hîlala Zêrîn, Hunermed Xelîl (stranên Kurdî)

TEBQA

Cih: Navenda Çand û Hunerê

Demjimêr: 19.00’an

Hunermed: Serdar (stranên Erebî), Hemûdê Sîmo, Xelîl, Welat, El- Uwêd, Koma Dûret Furat, Koma Çiyayê Kurmênc

QAMIŞLO

Cih: Parka Azadî

Demjimêr: 19.30

Hunermed: Şehrîbana Kurdî, Ehmed Mendel, Ferhat Merdê, Şerîf Omerî, Koma Hêva ya Stranan, Koma Govendê ya Yersûsa ya Siryan

GIRGÊ LEGÊ

Cih: Parka Erd Elseîda

Demjimêr: 19.30

Hunermend: Baran, Nesrîn Botan, Hesen Dêrikî, Koma Elefterya ya Stranan a Hîlala Zêrîn, Koma Cûdî, Endebîl El Furat a Stranan (Erebî)

HESEKÊ

Cih: Parka 4’ê Nîsanê

Demjimêr: 19.30

Hunermed: Mueyed Şiwêş, Şerîf Omerî, Koma Serdem a Stranan, Koma Gerekstêrk a Stranan, Mûzîka Siryan, Koma Tolhildan a Stranan

ANHA