El Şeri bi nepenî xweseriya Durziyan nas kir

Axaftina serokê hikumeta veguhêz a Şamê ku digot komên herêmî û rêberên civaka Durzî dê berpirsyariya parastina ewlehiyê li Siwêdayê bigirin ser xwe, piştî vekişîna hêzên wan, naskirineke nepen a rêveberiya xweser a civaka Durzî nîşan dide.

El Şeri bi nepenî xweseriya Durziyan nas kir
17 tîrmeh, 2025   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta veguhêz a Şamê Ehmed El Şeri di berbanga îro de, di axaftineke televîzyonê de, piştî ku dihat payîn di saetên derengiya şeva çarşemê de biaxive, bi berfirehî li ser Siwêdayê axivî û bi awayekî nerasterast, ji bo pêkanîna şertên Îsraîl-Amerîkayê, amaje bi vekişîna hêzên xwe ji wê herêmê kir. 

El Şeri di axaftina xwe de got: "Gelê me ji bo bidestxistina azadiya xwe şoreş li dar xist. Bi ser ket û fedakariyên mezin kirin. Hîna jî di oxira rûmeta xwe de, li hember her gefekê, amade ye parastina xwe bike.

Îsraîlê ya ku her tim em fêr kirine, ji dema hilweşîna rejîmê ve, îstîqrara me hedef bigire û fitneyan derxe. Niha jî hewl dide xaka me veguherîne qada aloziyê ya bêdawî. Bi wê yekê jî hewl dide yekitiya gelê me têk bibe û şiyanên me lawaz bike.

Îsraîlê dev ji rêbazên xwe yên derxistina alozî û şeran bernade. Lê ji rastiya sûriyeyiyan û dîroka wan a demdirêj xafil e ku tevahî parçebûn û dabeşkirin red kirine. Hêzbûna hêzeke mezin nayê wê wateyê serkeftinê misoger bike û serkeftina li qadeke diyar ne misogeriya serkeftina li qadeke din e. Dibe ku tu bikarî dest bi şerekî bikî, lê ne hêsan e tu encamên wê kontrol bikî. Em xwediyên vê xakê ne û dikarin her hewldanên Îsraîlê yên parçekirinê derbas bikin.

Em xelkê Sûriyeyê ne û baş dizanin kî hewl dide me bikişîne nava şer û kî hewl dide me parçe bike. Em vî şansî nadin wan ku gelê me bixin nava şerê ku ew dixwazin li ser xaka me pêk bînin; şerê ku tu armancên wê ji bilî parçebûna welat tune ye. Sûriye ji bo komployên derve ne qada ezmûnan e û ne cihê pêkanîna berjewendiyên dîtir li ser hesabê zarok û jinên me ye.

Dewleta Sûriyeyê dewleta hemûyan e, rûmet welat e, xewna her sûriyeyiyekî yr ku welatê xwe dibîne ji nû ve tê avakirin. Em hemû ji bo ku heybeta Sûriyeyê vegerînin dibin yek.

Ji me hemûyan  tê xwestin ku em dewleta xwe hembêz bikin û pabendî rêgezên wê bin, berjewendiya welat di ser berjewendiyên takakesî û yên teng re bigirin. Pêdiviya me ya îro ew e ku em hemû di vê avakirinê de bibin hevkar, dest bi dest bixebitin ku zehmetiyên li pêşiya me derbas bikin.

Yekitî çeka me ye, xebata cidî rêya me ye û vîna me ya xurt bingeh e ku em ê siberoja xwe ya geşbîn li ser wê yekê ava bikin.

Xelkê me yê Durzî beşeke resen ji mozaîka vî welatî ye. Sûriye bi carek ênabe cihê dabeşkirin, parçekirin û derxistina fitneyan. Em ji Durziyan re dibêjin parastina me û azadiya we karê me yên pêşîn in. Em hewlên kişandina we ber bi terefekê ve yan jî pêkanîna parçebûnekê di nava me de, red dikin. Em hemû li ser vê xakê şirîk in û em nahêlin fitneyek jî, vê wêneya xweşik a ku Sûriyeyê û pirrengiya wê nîşan dide, reş bike.

Dewleta Sûriyeyê bi hemû sazî û fermandariyên xwe û bi hemû vîna xwe destwerdan kir ku pevçûnên di nava komên çekdar ên Siwêdayê û kesên derdora wê de rawestîne. Ev pevçûn ji ber nakokiyên kevn derket. Li şûna bi dewletê re alîkar bin, da ku rewşê aram bikin, hin komên derveyî qanûnê derketin, alozî pêk anîn û fitne derxistin. Serkirdeyên van milîsan bi xwe ji çend mehan ve diyalogan red dikin, berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên giştî re digirin.

Hewlên dewletê yên vegerandina îstîqrarê û derxistina komên derveyî qanûnê, tevî destwerdanên Îsraîlê, bi ser ketin. Îsraîl bi awayekî berfireh êrişî avahiyên sivîl û hikumetê kir ku van hewldanan qels bike. Bi wê re rewş girêktir bû. Ne ji destwerdana aktîf a navbeynkariya Amerîka-Ereb û Tirkiyeyê bûya, wê herêm rûbirûyî aqûbeteke nediyar bûya.

Li pêşberî me du vebijêrk hebûn; an şerekî vekirî bi Îsraîlê re li ser hesabê xelkê me yê Durzî û ewlehiya wan, têkbirina îstîqrara Sûriyeyê û herêmê tevahî, yan jî derfet li pêş rûspî û şêxên Durziyan were vekirin ku li xwe vegerin, berjewendiyên nîştimanî di ser her tiştî re were girtin.

Em ne ew kesên ji şer ditirsin, me temenê xwe li hember astengî û parastina gelê xwe derbas kir, lê me berjewendiya sûriyeyiyan di ser alozî û wêraniyê re girt. Vebijêrka me ya herî guncaw di vê qonaxê de dayîna biryareke durist ji bo parastina yekitiya welat û aştiya şêniyên wê ye.

Me biryar da ku ji bo parastina ewlehiya Siwêdayê hin komên xwecih û şêxên aqilmend erkdar bikin û diyar dikin ku ev biryar ji têgihîştina me ya kûr a xetereya li ser yekitiya nîştimanî heye, welat ber bi şerekî nû yê berifreh ve neçe.

Di dawiyê de, em pabend in ku ji kesên ku li dijî gelê me yê Durzî sûc kirine û heqaret li wan kirine, hesab bipirsin. Ew di bin parastin û berpirsiyariya dewletê de ne, qanûn û edalet mafên hemûyan bê îstîsna diparêzin. Em diyar dikin ku parastina yekitî û aramiya welet, ewlehiya gelê me û xebata ji bo misogerkirina pêşeroja zarokên wan, pir girîng e. Ev yek divê dûrî her xetereyekê be ku dibe ku rêya pêşveçûn û başbûnê be ku em piştî rizgarkirina welatê xwe dest pê dikin xera bike. "

(fr)