Li parêzgeha Wasit a Iraqê şewat: 50 kes mirin

Di saetên derengiya şevê de li bajarê Kut ê ser bi parêzgeha Wasit a Iraqê ve, di marketekê de şewat derket û di encamê de 50 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn ku piraniya wan karmend in. Hate diyarkirin ku dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Li parêzgeha Wasit a Iraqê şewat: 50 kes mirin
17 tîrmeh, 2025   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Iraqê radigihand ku li bajarê Kut ê ser bi parêzgeha Wasit a Iraqê, şewatek mezin li hîpermarketekê derketiye ku di encamê de gelek kes mirin û birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku di encama şewata ku di saetên direngî yên şevê de derket , 50 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûne. Avahiya ku agir pê ketiye sê qatiye û xwaringehek jî di nav deye.

Hate ragihandin ku di nav miriyan de jin û zarok jî hene û ji ber hebûna mirovên di avahiyê de asê mane, dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Li gorî heman agahiyan agir hatiye kontrolkirin û lêkolîn hatiye destpêkirin. Li dijî xwediyê avahî û navenda firotinê gilî hatiye kirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku ji bo qurbaniyên şewatê sê roj şîn dê were ragihandin.