ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-10-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-10-2023
18 cotmeh, 2023   23:00

 

Siyasetmedarên ji Minbicê destnîşan kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewletên kapîtalîst ve bi armanca pêkanîna siyasetên xwe yên zordestiyê li herêmê hatiye plankirin, lê belê Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê ev siyaset bi rêya ramana neteweya demokratîk ku ji bo gelan bûye çavkaniya azadî û aştiyê, têk birin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Piştî 25 salan ji îmzekirina peymana Edeneyê ya di navbera Sûriye û dewleta Tirk a dagirker de, hîn jî li herêmê bandorên xerab ên vê peymanê hene ku guhertineke mezin di dîroka Sûriye û Rojhilata Navîn de çêkir û Rêber Abdullah Ocalan ev peyman wek komployeke navneteweyî bi nav kir.

Zanîngeha Rojava pirtûka nivîskarê bi nav û deng Frantz Fanon a bi navê “Les Damnés de la Terre (Cihêliyên Cîhanê)” bi zaravayê Kurmancî çap kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şehîd Alan El Elî; kurê yekane yê malbata xwe bû. hertim rû li ken û giyan şad bû. Li dijî narkotîkê tê koşiya lê kirêvê wê artêşa Tirk a dagirker tola xwe ji wî hilanî ku dawiyê tevî hevalên xwe li Akademiya Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên hişbirê ya li Dêrikê şehîd bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya kovendanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li ber avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penabaran a NY`yê ya li Qamişloyê hatiye lidarxistin didome saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Dêrikê û gundên derdorê tev li xwepêşandana Ciwanên Şoreşger dibin ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgerên jinan ên Şehbayê têkildarî pêngava cîhanê ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan, li pêşiya Parka Seroka Apo ya li gundê Til Sûsin ê navçeya Ehdasê daxuyaniyekê dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê “Çalakiya çîrokan li Navenda Malbendê ya Çalakiyan a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Ebdullah ji nexweşxaneya Xalid Fecir werdigrin saet di 16:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê ji bo bîranîna şehîdên meha Cotmehê ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne li Goristana Şehîd Delîl Saroxan merasîmekê li dar dixe saet di 16:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Amûdê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandekê li dar dixe saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya pêngava cîhanî ku 10`ê Cotmehê dest pê kiriye derdikevin xwepêşandanê saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)