Lavrov: Dibe ku şerê li Xezayê veguhere şerekî herêmî

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov diayr kir ku xetereyeke cidî heye ku şerê li Xezayê veguhere şerekî herêmî.

Lavrov: Dibe ku şerê li Xezayê veguhere şerekî herêmî
19 cotmeh, 2023   10:17
 NAVENDA NÛÇEYAN

Lavrov ku ji Korya Bakur ji rojnamevanan re axivî, got: “Ji bo Xezayê xeteriyeke cidî heye ku ev alozî veguhere şerekî herêmî.”

Lavrov, têkildarî helwesta Îranê jî ev tişt gotin: “Em hewldanên berpirsnîşandana Îranê dişopînin û wekî provakasyonan dihesibînin. Bawer im fermandariya Îranê heta astekê xwedî helwesteke hevseng û berpirs e û bang rêgirtina li şerê herêmî dike.”

(şx/c)