Tovê genim li cotkaran tê belavkirin

Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo demsala çandiniyê ya 2023-2024′an tovê genim belav dike.

Tovê genim li cotkaran tê belavkirin
17 cotmeh 2023   06:19

Di demsala çandiniyê ya 2023-2024'an de, Şîrketa Pêşxistina Çandinî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê 100 hezar ton tovê genim li cotkaran belav bike.

Li gorî plansaziya hatiye derxistin heta niha 44 hezar ton tov ji bo belavkirinê hatiye amadekirin.

Cotyar jî serî li ofîsên bajaran ên Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê didin û li gorî rûbera erdê xwe daxwaza xwe pêşkêş dikin.

Ofîsên bajaran jî li gorî van serlêdanan tov vediqetînin û belav dikin.

Şêwirmendê Saziya Giştî ya Zêdekirina Tovan a girêdayî Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê Mihemed Mamê destnîşan kir ku wan dest bi belavkirina tov kiriye û têkildarî cureyên tovan ev agahî dan: “Tovê nerm û hişk heye. Tovê nerm wekî 7 cureyên bi navên Doma 2, Doma 6, Doma 4, Rojava 2, Rojava 4 û Pamîra hatine cudakirin. Tovê hişk jî wekî 8 cureyên bi navên Şam 7, Bihûs 7, Şam 10, Şam 9, Şam 3, Rojava 1, Rojava 3 û Bihûs 11 hatine cudakirin.”

Mamê da zanîn ku buhayê her du cureyên tov jî yek e û ji bo her tonekê 430 dolar digirin, lê ji bo cotyarên ku tov bi deyn digirin ev buha wekî 530 dolar hatiye diyarkirin.

(mh(

ANHA