Kehrebeyê ji bendava Firatê didin Dirbêsiyê

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker gelek stastoyênên kehrebeyê bombebaran kirin, ji bendava Firatê kehrebeyê didin stasyona Dirbêsiyê.

Kehrebeyê ji bendava Firatê didin Dirbêsiyê
17 cotmeh 2023   07:23

Artêşa Tirk a dagirker di 4′ê Cotmehê de êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin, bi awayekî yekser avahiyên enerjiyê di serî de jî stasyonên kehrebeyê kirin hedef. Stasyonên kehrebeyê didin Qamişlo, Hesekê, Amûdê, Tirbespiyê û stasyonên sereke yên Siwêdayê kirin hedef.

Stasyona kehrebeyê ya Siwêdayê ji xizmetê derket, ji ber ku ji stasyona Qamişloyê ya li bakurê bajêr kehrebe jê re diçû. Bi wê re kehrebe li ser navçe û gundewarên wê qut bû û xeta ku kehrebeyê dide stasyona Elokê jî û avê dide Hesekê jî ji xizmetê derket.

Wek çareyeke lezgîn navenda kehrebeyê ya Dirbêsiyê kehrebe ji bendava Firatê kişand navçeyê.

Li gorî hevserokê navenda kehrebeyê ya Dirbêsiyê Ciwan Ehmed, wek çareya lezgîn kehrebe ji bendava Firatê kişandine stasyona Dirbêsiyê, lê kêm e, ji ber ku rêjeya ava Firatê ji ber birîna avê ji hêla dewleta Tirk ve, têrê nake.

Ciwan Ehmed wiha got: "Dê kehrebe li navçe û bajarokên wê di rojê de 2 saetan were. Aliyê rojhilatê navçeya Amûdê jî veguherî stasyona kehrebeyê ya Dirbêsiyê û dê ji wir jî kehrebe bê dayîn.”

Ehmed wiha dawî li gotina xwe anî: “Li gorî avahiyên enerjiyê; nexweşxane, firin û bîrên avê, dê kehrebe were parvekirin.”

(fr)

ANHA