ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-10-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-10-2023
16 cotmeh 2023   23:00

- Welatî, rewşenbîr û kesayetên siyasî piştgiriya xwe ji bo pêngava "Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" anî ziman û banga tevlêbûnê kir.(BI WÊNE Û DÎMEN).

Orhan Miho û Elî Osman ji bo avakirina welatekî azad û durust tê koşiyan û ji bo pêkanîna vê armancê tev li Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê bûn. Orhan û Miho dema perwerde li ser awayên têkoşîna li dijî xirabkirina civakê diditîn, tevî 27 hevalên xwe di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên kantona Qamişlo diyar kirin ku dê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker xeta berxwedanê berdewam bikin û got: "Em gelekî azdîxwaz in û xwedî li şehîdên xwe derdikevin, ji ber vê yekê vîna me naşkê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Hesekê destnîşan kir ku bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker mafekî rewa ye û gotin, QSD'ê nûnertiya şêniyên herêmê dike û têkbira êrişan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di encama êrişên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundewarê Eyn Îsa û kantona Girê Spî de, kar li piraniya gelek navendên xizmetguzariyê rawestiye û av li ser gelek gundan qut bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mewsima çandiniyê yê 2023-2024′an tovên dezenfektekirî pêşkêş dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji ber êrişên dijwar ên dewleta Tirk dagirker stasyona ceyranê ya navçeyê Dirbêsiyê ji xizmetê derket. Wekî gaveke lezgîn stasyona navçeyê ceyranê li bendava Firatê dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê sersaxiyê ji malbata şervanê QSD′ê şehîd Zîb Hemûd Dirêxim re dixwazin, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya pêngava "Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî"  de, kon çalakaiyan ji bo 7 rojan li ber avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a  NY′yê ya li bajarê Qamişloyê vedigire,  saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Şehba û koçberên Efrînê der barê pêngava "Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de daxuyaniyekê li parka Rêbertî ya li navçeya Ehdasê dide, saet di 10:00′an de. Bi heman armancê şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê meşekê li dar dixe, meş ji pêşiya avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê dest pê dike, saet di 10:00′an de.

- Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Parêzerên Sûriyeyî panelekê bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî"  li Kafêteriya Telet Heleb a li taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet di 11:00′an de. "Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî"

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê gerîlayên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne, li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr tîne, saet di 18:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA