​​​​​​​'Armanca me ya yekemîn û dawîn azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye'

Xelkê Qamişloyê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê nîşaneya dewama komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan in û got "Armanca me ya yekemîn û dawîn pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye."

​​​​​​​'Armanca me ya yekemîn û dawîn azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye'
14 cotmeh, 2023   23:43

Der barê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de welatiyan nêrînên xwe parve kirin.

Der barê mijarê de Ehmed Gulo wiha got: “Rêber Abdullah Ocalan bûye armanca tevahî hêzên navneteweyî yên hegemon. Ha 25 sal di ser komploya navneteweyî re ya li dijî wî derbas dibin. Di wê komployê de gelek dewletên mezin beşdar bûn ku felsefeya wî têk bibin."

Gulo wiha domand: “Em niha di sedsala 21′an de ne û pêdivî bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a banga biratiya gelan û jiyana hevbeş heye. Ew kilîta çareseriya dozên li Rojhilata Navîn û cîhanê ye.”

′DI ŞEXSÊ RÊBER OCALAN DE VÎNA GELAN DIKIN HEDEF’

Gulo wiha pê de çû: "Gelê Kurd ji bo ku ji nîrê koletî û qirkirina li dijî wî xelas bibe, li ser metoda Rêber Abdullah Ocalan ji 1978′an ve li ber xwe dide. Hewl dan bi komployê berxwedana me têk bibin. Lê ji destpêkê û heta niha ve tevahî gelên azadîxwaz li kêlek Rêber Abdullah Ocalan li dijî wan li ber xwe didin."

Di dawiyê de Gulo wiha got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê dewama komployê ne û divê em li hember wê bisekinin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin."

‘BI CIWANAN EM Ê BI SER BIKEVIN′

Mehmûd Yûsif jî wiha got: "Di girtîgeha Îmraliyê de tevahî cureyên îşkenceya fîzîkî û derûnî li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tên."

Yûsif wiha domand: "Bi saya fikira Rêbertî me li hember komploya navneteweyî li ber xwe da û sekinî, bi taybet beşa ciwanan ku Rêbertî wan bi hêza pêşeng û dînamîk di civakê de wesif dike. Rêbertî got ′Bi ciwanan me dest pê kir, em ê bi ciwanan bi ser bikevin′."

Ferîde Şukrî jî wiha got: "Em hêza xwe ji berxwedana Rêber Apo ku di girtîgeha Îmraliyê de ye werdigirin. Ev berxwedan li tevahî Kurdistanê belav bû û dê azadiya wî ya fîzîkî û rizgarkirina Kurdistanê bibe armanca me ya yekemîn û dawîn."

′KOMPLO LI DIJÎ TEVAHÎ GELÊ KURDISTANÊ YE′

Xalîse Şelo ya ji pêkhateya Ermen jî axivî û wiha got: "Çi qas dewletên hegemon hewl bidin vîna me têk bibin jî, îsrar û baweriya me ya bi saya berxwedana û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a li hember komploya ku di şexsê wî de tevahî gelê Kurdistanê hatiye hedefgirtin, zêde dibe."

(fr)

ANHA