Rêxistina Fêrkirinê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Rêxistina Fêrkirinê ya Navneteweyî (EI) êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê şeremzar kirin û got: "Dibe ku ev êriş derfetê bide DAIŞ da ku endamên xwe careke din bi çek bike û çalakiyên xwe yên terorî zêdetir bike."

Rêxistina Fêrkirinê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
14 cotmeh, 2023   16:54

Sekretêrê Giştî yê Rêxistina Fêrkrinê ya Navneteweyî (EI) David Edwards der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da.

David Edwards fikarên xwe ji ber êrişên domdar anî ziman: "Ev êriş xwedî bandoreke kûr li ser binesaziya sivîl e. Navendên xizmetguzariyê wekî stasyonên avê, dibistan û nexweşxane hatin hedefkirin. Xebat li 48 dibistanan rawestiya di encamê de 8 hezar û 458 xwendekar nikarin perwerdeyê bibînin. Li herêmên çiyayî y ên Kurdistana Iraqê jî ji ber êrişên serûber gelek sivîl koçber bûne."

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

′′Li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraq nerazîbûneke lezgîn:

Ez bi navê Rêxistina Fêrkirinê ya Navneteweyî (EI) dinîvisim. Ev rêxistina yekitiyeke cîhanî ye ku nûnertiya 32.5 mamoste û karmendên di qada perwerdeyê yên li 180 welatan (380 yekitiyên nîştimanî) dike. Yekitiya Mamosteyan a Kurdistanê û Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê xwe di nava rêxistinê de digirin. Em bang li desthilata Tirk dikin ku dimildest êrişên xwe yên asîmanî rawestîne.

Em kiryarên leşkerî yên Tirkiyeyê yên vê dawiyê şermezar dikin. Xuya dike ku ev kiryar wek tolhildaneke bêrêkûpêk a  ji bo teqîna li Enqerê ye ku Partiya Karkerên Kurdistanê girte ser xwe. Ev kiryar rasterast bandor li 36 sivîl ên li Bakur û Rojilatê Sûriyeyê kir. Di encamê de 2 jê zarok 11 kes hatin kuştin.  Li bajarê Eyn Îsayê bi rengekî trajedîk şagirtên asta seretayî yên bi navên Nadiya û Elî Eyaş di êrişeke bomeyî de jiyana xwe ji dest dan.

Li herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 224 êriş li bajarên cuda hatin kirin ku bandoreke kûr li binesaziya sivîlî kirin. Navendên xizmetguzariyê wekî stasyonên avê, dibistan û nexweşxane hatin hedefkirin. Xebat li 48 dibistanan rawestiya di encamê de 8 hezar û 458 xwendekar nikarin perwerdeyê bibînin. Li herêmên çiyayî y ên Kurdistana Iraqê jî ji ber êrişên serûber gelek sivîl koçber bûne.

Ev neheqiyeke mezin e û rasterast binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Zagonên mirovahî û mafên mirovan di dema şerên çekdarî an tundiyê de parastina binesaziya sivîlî ya girêdayî perwerde û tenduristiyê peyda dike. Ev parastin ji bo êrişên ku ji aliyê desthilatên dewletan û aliyên ne din ve tên kirin re derbas dibe. Peymana Cinêvê ya 4′an balê dikişîne ser parastina sivîlan, di nav wan de yên li navendên perwerdeyê û ji van sûcan ceza hene.

Em bi fikar in îhtîmal heye ji ber têkoşîna rewşa ewlehî DAIŞ vegere. Dibe ku ev êriş derfetê bide DAIŞ da ku endamên xwe careke din bi çek bike û çalakiyên xwe yên terorî li herêmê zêdetir bike. Nebûna perwerdeyê û bêheviyê rê li ber tundrawiyê vedike û ev jî gefekê mezin li aştî û ewlehiya cîhanê dixwe.

Rêxistina Fêrkirinê ya Navneteweyî û şîrketên girêdayî wê dê şopandina binpêkirin û belgekirina wan berdewam bike û dê raporên wê radestî aliyên têkildar ên Konseya Mafên Mirovan a NY′yê û saziyên têkildarî mafê perwerdeyê bikin. Em ji we dixwazin ku bi lez bikevin tevgerê û sînorekî ji êş û wêraniyê re deynin.

Em elaqeya wê bi vê doza girîng dibînin. Em hêvî dikin ku hewldanên wan siberojeke ewletir û demokratîk ji bo herêmê mîsoger bike."

(bb)