​​​​​​​Şehîd Rêzan ê berxwedêr û fedakar e

Şehîd Rêzan li rex ku xwişk û birayê xwe yên astengdar xwedî dikir, erka xwe di parastina ax û ewlehiyê wê de anî cih û di wê oxirê de li Akademiya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbirê ya li Dêrikê di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

​​​​​​​Şehîd Rêzan ê berxwedêr û fedakar e
​​​​​​​Şehîd Rêzan ê berxwedêr û fedakar e
​​​​​​​Şehîd Rêzan ê berxwedêr û fedakar e
​​​​​​​Şehîd Rêzan ê berxwedêr û fedakar e
​​​​​​​Şehîd Rêzan ê berxwedêr û fedakar e
​​​​​​​Şehîd Rêzan ê berxwedêr û fedakar e
​​​​​​​Şehîd Rêzan ê berxwedêr û fedakar e
​​​​​​​Şehîd Rêzan ê berxwedêr û fedakar e
​​​​​​​Şehîd Rêzan ê berxwedêr û fedakar e
​​​​​​​Şehîd Rêzan ê berxwedêr û fedakar e
​​​​​​​Şehîd Rêzan ê berxwedêr û fedakar e
​​​​​​​Şehîd Rêzan ê berxwedêr û fedakar e
​​​​​​​Şehîd Rêzan ê berxwedêr û fedakar e
15 cotmeh, 2023   00:48

8`ê Cotmehê dewleta Tirk a dagirker êriş Akademiya Hêzên Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbirê ya li herêma Koçerat a bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişloyê kir. Di encamê de 29 endamên hêzê şehîd bûn. Yek ji wan şehîd Rêzan Mistefa ye.

GELO ŞEHÎD RÊZAN KÎ YE?

Şehîd Rêzan ji gundê Cincilê yê navçeya Reco ya bajarê Efrînê ye. Sala 1993`yan li Helebê ji dayîk bûye. Zarokatiyeke zehmet jiyaye û di temenek biçûk de dest bi kar kiriye. Ji ber şert û mercên dijwar ên malbatê, tenê xwendina seretayî qedandiye. Xwedî rihekî mirovatiyê bû ku piştî wefata dayîka wî dema 12 salî bû, bira û xwişka xwe yên astengdar xwedî dikir. Xwişka wî ya astengdar sala 2020`an wefat kir.

Bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê re, şehîd Rêzan 20 salî bû. Sala 2013`an li Helebê tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû. Bi gûrbûna êrişên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re salên di navbera 2014-2016`an de cihê xwe di eniyên pêşîn de girt.

BI EXLAQÊ XWE BI NAV Û DENG BÛ

Salên gelek zor û zehmet û têkoşîn jiyaye. Bi exlaqê xwe bi nav û deng bû ku di firehî û tengiyê de li rex hevalên xwe bû. Li her du taxan li ber xwe da û jê derneket. Di wê têkoşînê de berxwedaneke wisa nivisî ku xelkê her du daxan pê ser bilind kir.

Li gor hevalên wî Hesen, Mistefa, Ebdo, Cemîl, Sozdar, Rengîn û Riyad ku bi hev re di eniyên berxwedana her du taxan de mil bi mil li ber xwe dan, şehîd Rêzan; dilovan, berpirsyar, mêrxaz û rû li ken bû.

Dotmamê şehîd Rêzan Aytan Ebdo wiha behsa rewşa malbata şehîd Rêzan kir: “Birayê wî Mezlûm, astengdar e. Tenê li ser dengê Rêzan xew dike çi li malê be yan jî bi rêya telefonê be. Dilovan bû û bi malbatê ve girêdayî bû. Di şer de jî tevî zehmetiyan, disa xwe digihand malbatê û li halê wan dipirsî.”

RÛ LI KEN BÛ

Aytan wiha domand: “Rojekê, dengê xwe nekir bi rewşa xwe razî bû. Her çiqas zor û zehmetî kişandin jî, lê ken hertim li ser rûyê wî bû. Çek radikir û bi hevalên xwe re herêm ji dagirkeriyê parast.”

Aytan wiha behsa taybetmendiyên şehîd Rêzan kir û got: “Karê xwe nîvçû nedihîşt. Carekê xwe ji guleyên sekvanên çeteyên dewleta Tirk xilas kir û li erdê ket û destê wî şikest lê dîsa jî karê xwe temam kir.”

Hevala wî ya berxwedana Şêxmeqsûdê û xebatkara çapemeniyê li Helebê Sozdar Weqas çawa şehîd Rêzan nas kiriye wiha behsê kir: “Min bi rêya pîşeya xwe ew nas kir. Sala 2013`an cara yekemîn min ew dît, wê demê ajokarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû.”

Sozdar wiha domand: “Wê demê hejmara endamên hêzê kêm bûn. Ji ber wê me her kes nas dikir û em bûn malbatek û di zehmetiyan de em li hev du miqate bûn.”

DI HER CADEYEKÊ DE ÇÎROK

Sozdar taybetmendiyên şehîd Rêzan wiha bi bîr xistin: “Kî şehîd Rêzan nas bike, baş dizane ku ew layîqî pêbaweriyê ye, berpirsyar, mêrxaz, aqilmend, geşbîn û tevî zehmetiyên jiyanê lê nerm bû. Bi qasî deryayê dilovan bû. Dev ji dostên xwe bernedida. Berpirsyar bû û debara malbata xwe peyda dikir. Bi hevalên xwe re birîndar radikirin nexweşxaneyan. Na, di ferhenga wî de tune bû. Çi diket ser milê wî dikir.”

Sozdar wiha pê de çû: “Cihê wî yê taybet ji bo min heye, ji ber ku min kêlî û hûrgiliyên şer bi wî re parve dikir. Têkilî di navbera me de qut nebû. Tevî dostên me yên din; Hesen, Cemîl û Rengîn, me detayên rojeke kar a tije westan bi hev re parve dikirin. Şehîd Rêzan li eniyan bû ez jî li nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir bûm, wê demê pêwîst bû li nexweşxaneyê bim.”

Sozdar ev li gotinên xwe zêde kir: “Dema me êrişên çeteyan û windahî dişopandin, şehîd Rêzan bi me re bû. Em dibirin cihê bûyerê û em bi tenê nedihiştin. Hebûna wî, tirs ji dilê me derxist. Di her cadeyeke her taxan de, çîrokeke heval Rêzan heye.”

NAYÊ JIBÎRKIRIN

Sozdar got: “Dostên şer nayên jibîrkirin. Di bîra me de zindî ne. Ew heta hetayê di dilê me de ne. Heta piştî şer jî têkilî di navbera me de dewam kir.”

Di dawiyê de Sozdar wiha anî ziman: “Şêniyên her du taxan ji kêliya bihîstina nûçeya şehîdbûna şehîd Rêzan xemgîn in. Navê wî û çîrokên wî li ser zimanên wan in û dibêjin  bi edeb, mêrxaz, berxwedêr û ji bo xatirê xwişk û birayên xwe û welatê xwe, fedakar e.”

(şx)

ANHA