Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mîhrîcana Hevrîn a Aştiyê li dar xist

Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi dirûşma "Têkbirina dagirkeriyê, têkoşîna ji bo azadiyê" Mîhrîcana Hevrîn a Aştiyê li dar xist.

14 cotmeh, 2023   15:54

Mîhrîcan li hola Tac a bajarê Reqayê hat lidarxistin. Endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Muhafizkaran, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û endamên tevahî saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn.

Mîhrîcan bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre beşdaran li qeyda dengê şehîd Hevrîn Xelef guhdar kir. Şehîd Hevrîn Xelef dibêje: "Em piştgiriya xwe bi QSD′ê re radighînin. QSD′ê herêm û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rizgar kirin. Em teqeziyê li ser yekitiya xaka Sûriyeyê dikin. Em ê li ber xwe bidin heta tevahî herêmên xwe û tevahî pêkhate û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rizgar bikin."

Piştre jî serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş axivî û şehîd Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan bi bîr anîn.

El Mihbaş anî ziman ku ji destpêka şoreşa Sûriyeyê û heta niha Sûriyeyê roj bi roj zaîf dibe û sal bi sal di tevahî qadan de, aborî, debar, xizmetguzarî, ewlehî û siyasî de bi zerar dibe. El Mihbaş sedama zîafbûna Sûriyeyê spart serhişkî û zihniyeta berê ya rejîma Sûriyeyê û pêk neaîne daxwazên gelên Sûriyeyê.

Ebid Hamid El Mihbaş bal kişand ku dewleta Tirk a dagirker parastina qanûnî û cihekî ewle ji teror û terorîstan re peyda dike û got, koma Ehrar El Şerqiye ya terorîst a qatilê Hevrîn û Ferhad mînaka piştgiriya dewleta Tirk bi terorê re ye.

Berdevka Meclisa Jinan a Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Xaliya El Kecwan îşaret bi hevgirtina gel kir û wiha pê de çû: "Hevgirtina me ya di van rewşên zehmet de, bi xwe nameya wefadariya bi şehîdên me re ye. Di demekê de ku serîtewandin û çakdayîn serwer e, şehîdên me rola pêşengiyê kirin. Îro em gotin û nameya xwe dibêjin; dewleta Tirk a dagirker jiyana şehîd Hevrîn Xelef bidawî kir, lê rêwîtiya wê ya têkoşînê û mîraseya wê ya dîrokî bi dawî nekirin. Em ê bi hemû hêza xwe kar bikin, têkoşînê berdewam bikin ta hêvî û armancên gelê xwe yên di azadî, demokrasî û pirrengî di nava pergaleke nenavendî de bi cih bînin. Em ê li ber xwe bidin, em ê şerê tevahî pergalên despotî bikin da ku nameya şehîd Hevrîn Xelef belav bikin."

Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mihemed axivî û diyar kir ku Hevrîn ji bo gotina heqî û demokrasiyê û ji bo avakirina Sûriyeke siberojê canê xwe feda kir.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê endama meclisê Fatîme Behbûh jî destnîşan kir ku şehîd Hevrîn Xelef ji bo belavkirina zanista siyasî û rêxistinkirina gelan kar kir û got: "Şehîd Hevrîn roleke sereke di belavkirina hezkirina  navbera tevahî pêkhate û rengên li erdîngariya Sûriyeyê de list."

Di mîhrîcanê de seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer got, şehîd Hevrîn Xelef sembola aştî û azadiyê ye û wiha domand: "Hevrîn bi destê xedaran hat qetilkirin. Rast e Hevrîn bi fîzîkî çû, lê bîranîna wê bûye bangawazaiya ji bo yekitiya xaka Sûriyeyê û meşaleya rêya me ronî dike ye.′′

Edalet Omer banga hevgirtin, diyalog û biryareke yekpare li tevahî hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  xurt bibe, em ê têkoşîn û berxwedanê berdewam bikin."

Rêvebera Nivîsgeha Jinan a MSD′ê Zebiya El Nasir anî ziman ku şehîd Hevrîn nimuneya jinên Sûriyeyê yên ku ji bo pêkanîna hêviyên gelê xwe kar dikin  e û got: "Em li vê mîhrîcanê kom bûne da ku bêjin, gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêkanîna armancên xwe ne berdewam e."

Di berdewama mîhrîcanê de seroka sekreteriya Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî û lêkolînera Navenda Wilson a Amerîkayê Nadine Mainza got: “Di vê rojê de ez dixwazim bêjim ku Hevrîn Xelef serweteke û wê di dilê her kesî de bimîne. Her kes wê rêbertiya wê ya aqilmend bişopîne. Hezkiriyên wê dê rêya wê ya belavkirina aştiyê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  berdewam bikin."

Mîhrîcan bi dayîna xelata Hevrîn Xelef a Aştiyê bi dawî bû.

(bb)

ANHA