Li Helebê êrişa bi balafireke bêmirov

Hate ragihandin ku balafireke bêmirov a bi çek, cihek ji Kluba Efseran (Nadî El Dubat) a li taxa Furqan a Helebê bombebaran kiriye.

Li Helebê êrişa bi balafireke bêmirov
14 cotmeh, 2023   16:36

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balefireke bêmirov a biçek ji herêmên çeteyên Tehrîr El Şam ên li rojavayê Helebê derketiye. Dema gihaştiye asîmanê gundê Başemra yê Efrînê, hêzên hikumeta Şamê nekariye wê bixîne erdê. Piştre ber bi Kluba Efseran (Nadî El Dubat) a Helebê firiye.

Balafirê êriş cihekê klubê kiriye. Pergala parastinê ya hêzên hiumeta Şamê besiv daye lê agahiyên der barê encamên wê nehatin bidestxistin.

Di kêmtirî hefteyekê de ev cara pêncê ye ku êriş bi balafirên bê mirov li dijî bajarê Helebê pêk tê.

Piştî êrişa li dijî Fakulteya Şer a Himsê hêzên hikuemta Şamê û Rûsyayê êrişên xwe li dijî herêmên çeteyan zêde kirin. Ji wê demê ve, çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê êrişên bi balafirên bêmirov li dijî navendên hêzên hikumeta Şamê zêde kirine.

(şx)