Peywendî bi keştiyeke penaberên Sûriyeyî re li beravên Lîbyayê qut bû

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku piştî 10 rojan ji rêketina keştiye penaberên Sûriyeyî ji beravên Lîbyayê ber bi Îtalyayê ve peywendî bi wan re qut bû.

Peywendî bi keştiyeke penaberên Sûriyeyî re li beravên Lîbyayê qut bû
14 cotmeh, 2023   07:36

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li rûpela xwe ya fermî parve kir ku peywendî bi 72 penaberan re li Deryaya Spî qut bûye, piranî penaber jî Sûriyeyî ne.

Keştiya penaberan di 3′yê Cotmehê de ji beravên Lîbyayê bi rê ket. Li ser keştiyê penaberên Sûriyeyî hene, ji wan 32 ji kantona Kobanê ne. Penaberan bi bîr xist ku peywendî ji wê dîrokê ve ji wan qut bûye.

Navendê navên dehan ciwanên li ser keştiyê bûn ku hîna çarenûsa wan ne diyar e belav kirin.

(fr)

ANHA