Rojnameyên erebî: Xeteriyeke mezin gefan li Misirê dixwe

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa bandorên pêşdeçûnên li Xezayê li ser Misir û Lubnanê, tevgerên Amerîkayê yên têkildarî mijarî de kir.

Rojnameyên erebî: Xeteriyeke mezin gefan li Misirê dixwe
14 cotmeh, 2023   06:34

Rojnameya El Ereb bi sernavê ′Xeteriyek gefan li Misirê dixwe′ nûçeyek nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku ji bo Misirê kabûsa Xezayê ji kabûsên Lîbya û Sûdanê xetertir e, ji ber ku tiştê li Xezayê rû dide ji sînorê Misirê ve nêz e û kilîtên wê di destên aliyên herêmî û navneteweyî de ne û dibe ku Qahîre bi rêbazên leşkerî yên klasîk nikaribe li hember bisekine.

Rojnameyê anî ziman ku amadekariyên Misirê yên danehevkirina erdnîgariya Sînayê di aliyên ewlehî, civakî û aborî yên salên borî de ji bo ku bê îsbatkirin ku artêşa Misirê ji sînaryoya ji Xezayê re tê kirin ne dûr e. Sînaryoya welatê altarnatîf li Sînayê ku ji 20 salan ve di serdemên serokên berê Hisnî Mubarek û Mihemed Mirsî de dihate gotin yek ji tevgerên leşkerî yên girîng bû ku erdnîgariya Sînayê were guhartin.

′NÎQAŞÊN LI SER STRATEJIYA LUBNANÊ DI ŞER DE′

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rewşa Lubnanê de destnîşan kir ku nîqaş û texmînên li ser îhtîmala şerê li Xezayê fireh bibe û eniyeke nû bi Hizbullah re vebe di nava medyayên dîjîtal û navendên lêkolînên Amerîkayê de cihên girîng girtin. Lê hin alî jî diyar dikin ku heta niha eniya bakurê Îsraîlê pevçûn derbas nekirine û hin kesên din jî dibêjin dibe ku rewşa şer vekirî bimîne û fireh bibe.

′WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ AMERÎKAYÊ GEREKE GIRÎNG PÊK TÎNE′

Tora El Hura li ser mijarê destnîşan kir ku wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Anthony Blinken îro gihaşt Erebistana Siûdî. Ew ger di çarçoveya lêkolînkirina pêşdeçûnên şer li Îsraîlê bi Hemasê re hate kirin. Beriya Anthony Blinken serdana Erebistana Siûdî bike, serdana Beyreyn, Qeter û Urdin kiribû û bi Şahê Urdin Ebdullah El Sanî, serokê Filistînî Mehmûd Ebas re civiya bû.

(fr)