Li Afganistanê têqîn: Herî kêm 7 kes hatin kuştin

Li eyaleta Baglan ê Afganistanê di dema nimêja înê de li mizgefteke Şîiyan de teqîn çêbû. Hate diyarkirin ku di teqînê de herî kêm 7 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûne.

Li Afganistanê têqîn: Herî kêm 7 kes hatin kuştin
13 cotmeh, 2023   19:03

Ji dema ku Talîban di Tebaxa 2021’an de hat ser desthilatdariyê, bi taybet di dema nimêja înê de gelek êriş li ser mizgeftan tên kirin. Hikûmeta Talîbanê bi daxuyaniyekî ragihand ku di teqîna ku di dema nimêja înê de li mizgefteke Şîiyan de pêk hat, herî kêm 7 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûne.

Hîn kesî êriş negirtiye ser xwe ku li mizgefta Îmam Zeman a li paytexta eyaleta Baglan Pol-e-Khormî pêk hat.

Li gorî çavkaniyên herêmî hejmara miriyan zêdetir e û cenazeyên 19 kesan û 40 birîndar rakirine nexweşxaneyê.