​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-10-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-10-2023
13 cotmeh, 2023   23:00

Endamên Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Efrîn û Şehbayê komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir “Gelê Kurd çav û rêya xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo ronî dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a dagirker û komên çete ji sala 2013′an de zêdetirî 33 komkujî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne. Di encama van komkujiyan de zêdetirî 2 hezar û 300 welatî hatin qetilkirin û bi sedan jî birîndar bûn.

Jinên ji Reqayê destnîşan kir ku hevgirtina pêkhateyên herêmê ya li gor têgeha neteweya demokratîk hewldanên derxistina fitneyan pûç kirin û herêm rizgar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El Xelef destnîşan kir ku QSD'ê dê têkoşîna xwe ya ji bo rizgarkirina deverên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bidomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Gel bi daxuyaniyekê destpêkirina hemleya rizgarkirina Rêber Abdullah Ocalan li stada Şehîdên 12`ê Adarê ya Qamişlo radigihîne saet di 10:45`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)