HRE: 5 leşkerên Tirk û 2 çeteyên wê hatin kuştin

HRE′yê diyar kir ku êrişên qirkirinê yên ku artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên wan pêk tînin dewam dikin û di van êrişan de gel tên hedefgirtin û ji ber wê ew bersiva van êrişan didin û di encama bersivdanê de 5 leşkerên dewleta Tirk û 2 çeteyên wê hatin kuştin.

HRE: 5 leşkerên Tirk û 2 çeteyên wê hatin kuştin
14 cotmeh, 2023   07:21

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîsîkî çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk anîne aşkera kirin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Êrişên qirkirinê yên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên me dewam dikin û bi taybet gelê me tê hedefgirtin û em jî bersiva van êrişan didin. ‏

Di 9′ê Cotmehê de, hêzên me çalakiyek li bajarokê Babê yê dagirkirî kir, di encamê de çeteyek û leşkerekî Tirk hate kuştin, 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker birîndar bûn û erebeyeke leşkerî hate rûxandin.

Di 11′ê Cotmehê de hêzên me li dijî baregeha Dabiq a li Ezazê çalakiyek kir, di encamê de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û 4 leşker jî birîdnar bûn, her wiha erebeyek leşkerî ji cureya aqreb hate rûxandin. Di heman rojê de çeteyên Sultan Murad êrişî gundê Medyone yê Şehbayê kir, hêzên me bersiva êrişê da û têk bir. Di encama bersivdanê de 3 çete birîndar bûn.

Di 12′yê Cotmehê de, hêzên me li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker li bajarokê Ezazê çalakiyek kir, di encamê de leşkerekî dewleta Tirk hate kuştin û leşkerek birîndar bû. Di heman rojê de di çalakiyeke sekvaniyê li xeta Ezazê de çeteyek hate kuştin. Her wiha di heman rojê de jî baregeha artêşa Tirk a dagirker a li Enabê yê navçeya Şerayê hate hedefgirtin û di encamê de 2 leşkerên Tirk birîndar bûn.

Bi gelemperî di encama çalakiyên hêzên me de, 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û 2 çeteyên wê hatin kuştin, 8 leşker û 6 çete birîndar bûn û 2 erebeyên leşkerî hatin rûxandin.

Heta dagirkerî hebe û êrişên qirkirinê dewam bikinû dê çalakiyên me dewam bikin."

(fr)