​​​​​​​QSD: Hêzên me li dijî baregeha dagirkeriyê li Eyn Îsayê çalakî kir

QSD′ê ragihand ku hêzên wan li dijî baregeha dewleta Tirk a dagirker bi navê ′Mezre′ li gundewarê Eyn Îsayê çalakiyek kir, lê hejmara kuştî û birîndarên hêzên dagirkeriyê nehat zanîn.

​​​​​​​QSD: Hêzên me li dijî baregeha dagirkeriyê li Eyn Îsayê çalakî kir
13 cotmeh 2023   12:40

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku di 11′ê Cotmehê de li dijî baregeha Mezre ya li Eyn Îsayê ya dewleta Tirk a dagirker çalakiyek kir.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Di 11′ê Cotmehê de hêzên me li dijî baregeha dewleta Tirk a dagirker bi navê ′Mezre′ ya li gundewarê Eyn îsayê çalakiyek kir. Lê belê hejmara kuştî û birîndarên hêzên dagirkeriyê nehat naskirin. Lê hêzên me hedefên teqezîn li dijî tank, erebeya leşkerî pêk anîn û dagirkeriyê û dagirkeriyê ew kişandin baregeha xwe ya leşkerî. Hemwextî wê yekê baregeheke leşkerî ya dagirkeriyê û pergala çavdêriyê ya kamereyan hatin rûxandin."

(fr)

<iframe width="677" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/DjnfqZvEJi8" title="إصابات محققة في صفوف الاحتلال التركي بعملية لقواتنا بريف عين عيسى" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>