Xwepêşandanên Siwêdayê di roja 55′an de ye
Xelkê Siwêdayê xwepêşandanên xwe di roja 55′an de dewam dikin û banga pêkanîna biryara 2254′an û çûyîna Esed dikin.
![Xwepêşandanên Siwêdayê di roja 55′an de ye](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202310/124402_122107_387820726_122129378384032176_5607298033283713995_n.jpg)
Bi dehan xelkê Siwêdayê li qada Seyr (Keramê) kom bûn û banga pêkanîna biryara 2254′an, derketina tevahî hêzên biyanî kir û pankartên ′Ola xwedê û welat ji bo tevan e′, ′Eyn Îsa, Dêrik, Amûdê û Til Rifet xwîna me yek e′ hildan.
(fr)