ji KCDK-E û CDK-F’yê Peyama 'Ev hîn destpêk e'

ku rêxistinên sîwanî yên komeleyên Kurd ên li Ewropa û Fransaye pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re Çareseriya Siyasî  ku 10’ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê hatî dayîn silav kirin.

ji KCDK-E û CDK-F’yê Peyama 'Ev hîn destpêk e'
13 cotmeh 2023   12:37

Rêxistina sîwana komeyên Kurd a li Ewropayê KCDK-E û rêxistina sîwana komeleyên Kurd a li Fransayê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) li Strasboûrgê civîna çapemeniyê lidar xistin.

Hevserokên KCDK-E Zubeyde Zumrut û Engîn Sever, Hevseroka CDK-F’ê Şahîn Polat û Hevseroka Meclîsa Strasboûrgê Fikret Çelîk beşdarî civînê bûn.

Daxuyaniyê de pêngava ku bi daxwaza Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re û çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re hat, silav kir.

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut diyar kir ku ev 4 roj in li Strasboûrgê ne, pêngava  10’ê Cotmehê destpê kirî bi bîr xist û got: “Dostên gelê Kurd têkildarî pêngaê, gava destpêkê avêtin.”

Zubeyde Zumrut anî ziman ku li zêdeyî 10 nuqteyan daxuyanî hatine dayîn û got: “Rêber Apo ji bo gelên cîhanê têdikoşe, ew jî ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin.” Zumrut destnîşan kir ku ew pêngavê silav dikin.

Zumrut diyar kir ku ew ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê hîn geştir bikin û got: “Ev destpêkek e, wê mezin bibe û bidome.”

Hevserokê CDK-F’ê Şahîn Polat wiha got: “Di vê pêvajoya çalakîtiyê de, em hemû dostên xwe yên li cem gelê Kurd û li cîhanê bûne dengê me silav dikin (…) Em biryardarî û îradeya gelê xwe ku 4 rojan li Strasboûrgê raber kirî, pîroz dikin.”

Polat got ku Abdullah Ocalan ji bo gelên cîhanê bûye çavkaniya îlhamê û got: “Em ê çalakiyên xwe zêde bikin û gelê Kurd wê dostên xwe zêde bikin.”

Hevserokê Engîn Sever bal kişand ser tecrîdê û êrîşên dagirkeriyê û bang li hemû saziyên Kurdan kir ku di vê pêngavê de cih bigirin.

Sever got: “Em ê encam wergirin. Ji ber ku paradîgmaya Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn jiyana hevpar û rêya azad e. Ev pêngavekî mezin e. Em bawer dikin ku em ê encam wergirin.”