Joe Biden: Êrişên dewleta Tirk gefê li ewlekariyê dixwe

Serokê DYA'yê Joe Biden diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefê li ewlekariyê dixwe, têkoşîna li dijî DAIŞ'ê lawaz dike û rewşa lezgîn a neteweyî ji bo salekê dirêj kir.

Joe Biden: Êrişên dewleta Tirk gefê li ewlekariyê dixwe
13 cotmeh 2023   08:20

Rewşa Lezgîn a ji bo 'rabûna li ber gefa awarte û rewşa neasayî ya li ser polîtîkaya derve û ewlekariya neteweyî ya Amerîkayê' di 14'ê Cotmehê de bi dawî dibe. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden biryar da ku rewşa lezgîn ji bo saleke din dirêj bike. Biden diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefê li ewlekariya herêmê dixwe.

Daxuyaniya bi îmzeya Serokê DYA'yê Biden li malpera înternetê ya Qesra Spî hate weşandin. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Di 14'ê Cotmeha 2019'an de Serok bi Fermana Serokatiyê ya bi Hejmara 13894'an ji bo têkoşîna li dijî gefa awarte û neasayî ya li ser polîtîkaya derve û ewlekariya neteweyî ya DYA'yê ya li Sûriyeyê û têkildarî Sûriyeyê, di çarçoveya Qanûna Hêzên Aboriyê yên Lezgîn ên Navneteweyî de (50 U.S.C. 1701 et seq.) rewşeke lezgîn a neteweyî ragihand.

Rewşa li Sûriyeyê bi taybetî jî çalakiyên tevgera leşkerî yên hikumeta Tirkiyeyê yên li ser bakur -rojhilatê Sûriyeyê, kampanya têkbirina Delweta Îslamê ya Iraq Şamê (DAIŞ) têk dibe, sivîlan dixe nava xeteriyê û gefa lawazkirina aramî, ewlehî û aştiya li herêmê dixwe. Li ser polîtîkaya derve û ewlekariya neteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, hîn jî gefeke neasayî û awarte ye.

Ji ber vê yekê rewşa lezgîn a ku di Fermana Bicihanînê de ya bi hejmara 13894'an a 14'ê Cotmeha 2019'an hate ragihandin, divê piştî 14'ê Cotmeha 2023'an jî di meriyetê de bimîne. Lewma li gorî benda (50 U.S.C. 1622(d)) a beşa 202(d) a Qanûna Rewşên Lezgîn ên Navneteweyî, têkildarî rewşa li Sûriyeyê û bi Sûriyeyê re eleqedar, rewşa lezgîn a ku di Fermana Bicihanînê ya bi Hejmara 13894'an de hate ragihandin ji bo saleke din dewam dikim. Ev danezan wê di Sicîla Federal de bê weşandin û ji Kongreyê re bê ragihandin."