Qirkirina siyasî: Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin

Li Enqereyê serê sibehê di serdegirtinan de parêzerên ÇHD'ê jî di nav de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.

Qirkirina siyasî: Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
13 cotmeh 2023   08:03

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de serê sibehê avêtin ser gelek adresan.

Seroka Şaxê Enqereyê ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Bîlgî Topçû û endamên ÇHD'ê Ceren Yilmaz û Fatîh Gokçe jî di nav de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.

Têkildarî hinceta lêpirsînê agahî nehatin bidestxistin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.