Rojnameyên erebî: Şerê Îsraîl û Hemasê Esed xist helwesteke şermîn

Rojnameyên erebî yên îro behsa êrişa Îsraîlê li ser balafirgehên Şamê û Helebê, radestkirina Şamê ya balyozxaneya Yemenê ji hikumeta Yemenê re û têkiliyên Iraqî-Tirkî kir.

Rojnameyên erebî: Şerê Îsraîl û Hemasê Esed xist helwesteke şermîn
13 cotmeh, 2023   07:58

Rojnameya El Qudis El Erebî ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên leşkerî bi sernavê ′Îsraîl rêya piştgiriya Îranê li Sûriyeyê bombebaran dike′ nûçeyek nivîsî. Rojnameyê diyar kir ku armanc ji êrişên Îsraîlê ji balafirgehên Şam û Helebê ew e ku hêmanên piştgiriya lezgîn a Îran û Hizbullah têk bibe, nexasim ev êriş bi serdana wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulehyan re ji Iraq û Lubnanê re pêk hat.

Rojnameyê li gorî lêkolînê kar û barên Îranê Diyaa Qedor destnîşan kir ku armanca êrişn Îsraîlê li Sûriyeyê hişyariya li ser destwerdana leşkerî ye. Qedor got Esed rojekê mîna îroj ne şermîn bû û bang li Îranê kir destwerdanê bike û li aliyekî din jî bi peyaman gef li Îsraîlê xwarin.

′SÛRIYEYÊ BIRYAR DA BALYOZXANEYA YEMENÊ YA LI ŞAMÊ RADESTÎ HIKUMETA YEMENÊ BIKE′

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê mijarê de got hikumeta Yemenê ragihand ku hikumeta Şamê bi awayekî fermî ew agahdar kir ku navenda balyozxaneyê radestî hikumeta Yemenê bike, ew jî piştî derxistina koma El Hûsî pêk hat.

Li gorî rojnameyê, ev pêşdeçûnê piştî atmosfêra lihevanên Erebî yên bi serkêşiya Erebistana Siûdî pêk hat; ji beşdarbûna Esed di lûtkeya Cedayê de, heta bi vegerandina têkiliyên Siûdî-Îranî.

Rojnameyê diyar kir ku biryara Şamê ya dûrxistina Hûsiyan bi hewldana vejandina nêzîkbûna xwe bi dewletên Ereban re ye. Ew jî piştî hikumeta Şamê daxwaz û şertên nêzîkbûnê yên di 2 dosyayên hatine pêşniyarkirinê de red kirin; rawestandina qaçaqciya hişbirê, vegerandina penaberên Sûriyeyê û diyaloga bi muxalefetê re ku çareyeke siyasî pêk were.

′TIRKIYE AJANDEYÊN XWE LI IRAQÊ FERZ DIKE: DOSYAYA EWLEHÎ BERIYA DOSYAYA AVÊ YE′

Rojnameya El Ereb a Londonê destnîşan kir ku di van demên dawî de aloziyên li ser asta berpirsên Iraq û Tirkiyeyê çêbûn û di têkiliyên xwe de girîngî da dosyaya ewlehiyê û dosyaya herî zindî li gorî iraqiyan ku ew jî dosyaya avê ye, paşguh kirin.

Li gorî çavdêran ew yek nîşaneya dîplomasiya Iraqê û lawaziya dewleta Iraqê li pêş dewleta Tirk e. Bi wê re hişt ku dewleta Tirk ajandeyên xwe yên dan û standinê li ser Iraqê ferz bike.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî girîngî neda dosyaya avê û çavdêran ew yek bi binketina hikumeta wî wesif kir, mîna hikumetên berê yên Iraqê.

(fr)