Mihemed Ilêwî mînaka mirovatiyê û alîkariya kesên din e

Şehîd Mihemed Ilêwî yê ku di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî navçeya Tirbespiyê de şehîd bûye, bi exlaq û mirovahiya xwe dihat naskiirn. Malbata wî soz da ku bi heman rêbaza wî rêya wî bişopînin.

Mihemed Ilêwî mînaka mirovatiyê û alîkariya kesên din e
Mihemed Ilêwî mînaka mirovatiyê û alîkariya kesên din e
Mihemed Ilêwî mînaka mirovatiyê û alîkariya kesên din e
Mihemed Ilêwî mînaka mirovatiyê û alîkariya kesên din e
Mihemed Ilêwî mînaka mirovatiyê û alîkariya kesên din e
Mihemed Ilêwî mînaka mirovatiyê û alîkariya kesên din e
13 cotmeh 2023   06:24

Artêşa Tirk a dagirker 5`ê Cotmehê bi hedefgirtina stasyona Gir Daholê ya li derdora navçeya Tirbespiyê ya knatona Qamişloyê, kenê ji ser rûyê hevjîna Mihemed Ilêwî û zarokên wî; Beraa, Salihe, Emenî û Îman, Hisên, Omer û Mutesêm revand. Di êrişê de Mihemed Ilêwî ji ber birînên di serê xwe de şehîd bû. Kurê wê jî Mutesêmê 14 salî û welatiyekî din birîndar bû.

Dîmenên pêşîn ên birîndarbûna Mihemed Ilêwî û kurê wê Mutesêm, malbat tirsand. Xwînd li her derê laşê wan bû. Li gel firîna balafirên şer ew rakirin nexweşxaneyê ji bo ku werin dermankirin. Lê mixabin birîndariya Ilêwî giran bû ji ber wê beriya ku bigihêje nexweşxaneyê şehîd bû.

Mihemed Ilêwî di 1973'yan de li gundê Helwe yê Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ji dayik bûye. Seretayî li dibistana gundê Dûgirê û navîn û amadehî li dibistanên navçeya Tirbespiyê xwendiye. Piştî qedandina amadehî, ji bo xwendina bijîşkiya alternatîf diçe Misirê. Li wir bawernameyek bi dest xist ku li gor wê dikare di vê pîşeyê de kar bike.

Dûre vedigere warê xwe û pirsporiya xwe dike xizmeta şêniyên herêmê. Bi danûstana xwe ya baş bi tevahî şêniyan re, tê naskirin. Armanca wî ne pere bû bi qasî ku dixwest alîkariya xelkê bike ji bo ku ji êşên xwe xilas bibin.

Ilêwî di nava 5 bira û 5 xwişkan de, berpirsyariya malbatê rakir ser xwe. Li rex wê jî berpirsyariyên xwe li hember malbata xwe jî dianîn cih.

Der barê jiyana şehîd Mihemed Ilêwî de birayê wî Elî El Ilêwî ku mala wî li rex mala birayê xwe ye got: “Dema di refa 2 seretayî de bûm bavê min wefat kir. Ji ber wê Mihemed barê malbatê rakir. Ji bo me hem bav hem bira û hem dost bû. Ji bo ku jiyaneke bi rûmet ji me re peyda bike, tevahî astengî derbas kirin.”

Têkildarî taybetmendiyên şehîd Elî got: “Kê wî nas kiriye, şahidê exlaq û mirovatiya wî ye. Camêr bû, dilê kesekî nedişikand û derman ji wan re pêşkêş dikir.”

Elî hovîtiya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ku di encamê de birayê wî şehîd bû şermezar kir û bi hovane wesifand.

Kurê şehîd Mihemed Ilêwî, Omer Ilêwî wesiyeta bavê xwe bi bîr xist ku tim ji wan re digot, bila danûstandina wan bi xelkê re baş be û cudahî nexin navberê. Omer wiha domand: “Em wesiyeta wî bînin cih û li gor baweriya wî bi me bin. Em çi bikin lê nikarin wek wî bin.”

Demeke berê, kurê wî yê birîndar Mutesêm detayên roja hedefgirtinê wiha vegotibûn: “Ez bezî hewşê min bavê xwe li wir dît. Di wê kêliyê de balafiran careke din êriş kir. Hema di cih de bavê min şehîd bû û ez birîndar bûm.”

Dayîka şehîd Mihemed, Salihe Ilêwî got ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û dê rêya wî bişopîne.

(şx)

ANHA